Serok Barzanî bo McGurk: Ti hincetek nayê qebûlkirin

17-01-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Brett McGurk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk îro civiyan û serok Barzanî di civînê de ragihand, êdî ti hincetek bo paşxistina hilbijartinan li Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, îro Serok Barzanî li ofîsa xwe li bajarokê Selahedînê pêşwaziya Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk û şandeya pê re ku ji Şandiyê Taybet ê Serokatiyê bo Binesaziya Gerdûnî û Ewlekariya Enerjiyê Amos Hochstein, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derve ya Amerîkayê pêk hatibû, kiriye.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û girîngiya rola Iraq û Herêma Kurdistanê di çareserkirina astengiyên li pêşiya enerjiyê li ser asta cîhanê de hate kirin.

Li gor Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê hat kirin û Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku divê îsal hilbijartineke paqij û dadperwerane li Herêma Kurdistanê were kirin û “ti behaneyek ji bo paşxistina helbijartinan” nayê qebûlkirin.

Serok Barzanî herwiha diyar kir, ji bo derbaskirina pirgirêkan û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew xwazyar e ku civîn û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de berdewam be.

Derbarê reformên di nav hêzên Pêşmerge de jî Serok Barzanî piştevaniya xwe bo berdewamiya wan reforman dubare kir.

Baregeha Barzanî destnîşan kiriye, rewşa siyasî ya navçeyê û metirsiya terorê, mijareke din a vê hevdîtinê bûye û şanda Amerîkayê tekezî li ser giringiya ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, îro Sêşemê 17ê Çileya 2023an danê nîvro Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re dicive.

Li gor agahiyan, civîn li bajarê Hewlêrê tê lidarxistin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst