Li Rojava krîza sotemeniyê rû da

17-01-2022
Berzan Ferman
Li Rojavayê krîza sotemeniyê rû da
Li Rojavayê krîza sotemeniyê rû da
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Krîza Sotemeniyê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) Li Rojavayê Kurdistanê careke din kirîzeke sotemeniyê rû da. Li gorî çavkaniyan qaçaxcîtiya sotemeniyê ji deverên Rêveberiya Xweser ji bo navçeyên hikumeta Sûriyê û oposizyonê bûye sedema nebûna sotemeniyê.

Bi sedan welatiyên Qamişlo li benda wergirtina mazota otomobîlên xwe ne. Eger mazotê peyde bikin jî ne weke nirxê destnîşan kirî ye lê bi buhayekî zêdetir tê firotin.

Şofêr Enwer Reşîd dibêje “Mazot peyda nabe, benzînxaneyên ku mazotê belav dikin jî, tenê 2 - 3  ne, li wan benzînxaneyan jî gelek caran peyda nabe, li benzînxaneya Botan, divê du saet û nîvekê li bendê bî heta ku dor bigihê te, ji karê min re zirar digihêje, eger litra mazotê bibe bi 810 - 1000 lîreyî ez ê betal bimînim, bi 410 lîreyî bûha ye.”

Welatî Fûad Sedûn got “Ez ji demjimêr heft rabûme, ji min re gotin li Şerq, Enteriyê û Muhacir heye, ez çûm hemiyan gotin tine ye, dîsa ez hatim vir ev saet û nîvek di dorê de me.”

Rêveberiya Sotemeniyê ya li Cizîrê diyar dike ku wan tu biryara buhakirina nirxê mazotê nedane, her wiha mazota ku bi 810 lîreyan tê firotin ne bi fermî ye û ewê rê li buhabûnê bigirin.

Xwediyên benzîxaneyan tekez dikin ku ji bo nehiştina kirîza mazotê divê mazota super ya taybet bi otomobîlan li benzînxaneyên nava bajên bê firotin.

Karbidestê benzînxaneyê Hozan Merî diyar kir “Ev mazota bi 410 lîreyan didin tenê 3 benzînxaneyan, li benzînxaneyên nava bajêr mazota bi 850 lîreyan tenê li cem wan e, ew jî ji bo ku fût di kiwaltiya mazotê çênebe ya baş û xerab tevhev nebe, divê çend benzînxaneyên din jî vê mazota bi 810 li wan bê firotin, da qerebalixa nemîne.”

Li herêma Cizîrê ku bêhtirî nîv milyon otomobîlên ku bi mazotê kar dikin hene û rojane pêwîstiya wan bi 2 hezar û 200 bermîl sotemenî heye.

Çavdêr dibêjin, qaçaxcîtiya mazotê ji deverên Rêveberiya Xweser ji bo navçeyên hikumeta Sûriyê û oposizyonê bûye sedem ku ew buha bibe û du qat li wan deran were firotin, ji ber wê yekê jî mazot kêm li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst