OHD ji bo dersa Kurdî bangewazî da

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) bang li hemû xwendekar û malbatan kir ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.

Di demekê de ku tenê 4 roj dem li pêşiya xwendekar û malbatan maye, seferberiya ji bo tercîhkirina dersên kurdî yên di çarçoveya dersên hilbijartî yên li dibistanên navîn ên li Tirkiyeyê berdewam dike, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî bangawaziyek kir û daxwaz ji xwendekaran û malbatan kir ku dersa Kurdî hilbijêrin.

OHD li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek derbarê dersa Kurdî de belav kiriye û têde dibêje, “Bi baweriya wê roja ku perwerdehiya zimanê zikmakî bibe mecbûrî, ne bijartî, em bang li hemû xwendekar û malbatan dikin ku dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin. Zimanê me rûmet û jiyana me ye. Jiyana xwe xwedî derkevin.”

Proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên navendî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Ji îro ve heta 21ê vê mehê tenê 4 roj derfet mane ku xwendekar an malbatên dibistanên navendî, li dibistanên xwe an jî bi awayê online dersa Kurdî (Kurmancî, Zazakî) hilbijêrin.

Ji bo ku malbat û xwendekar dersên zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya tên lidarxistin.