Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî civiyan

17-01-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hadî Amirî Hevpeymaniya Fetih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî kir.

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ku îro duşemê, 17/01/2022, gihişt Hewlêrê, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Biryar e Hadî Amirî li gel Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

Hewldanên pêkanîna kabîneya nû

Ev serdana Amirî ya ji bo Hewlêrê û civînên li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê di demekê de ne ku li Iraqê xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê berdewam in û civîn û hevdîtinên di navbera aliyan de zêde bûne.

Roja 9ê vê mehê di rûniştina parlamentoya Iraqê ya werza nû de, Mihemed Helbûsî careke din wek Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Hakim Zamlî ji Tevgera Sedir wek Cîgirê Yekem û Şaxewan Ebdullah ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê hatin hilbijartin.

Civîna li gel Muqteda Sedir

Herwiha serkirdeyên Çarçoveya Hevahengî şeva derbasbûyî li mala Heyder Ebadî ya li Bexdayê kom bûn û encamên civîna Hadî Amirî ya li gel Muqteda Sedir gotûbêj kirin ku civîn roja şemiyê birêve çûbû.

Çarçoveya Hevahengî di daxuyaniyekê de civîna Hadî Amirî û Muqteda Sedir “erênî” binav kir û tekez kir, “arasteyên Çarçoveya Hevahengî yek in.”

Hevpeymaniya Fetih ku beşek e ji Çarçoveya Hevahengî, di encama hilbijartina 10ê Cotmeha derbasbûyî de 17 kursî bidest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst