Gever; Di qereqolekê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Qadyan a ser bi navçeya Geverê ve serbazekî artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye, lê ji ber barîna berfa zêde cenazeyê wî serbazî li qereqolê maye û hê jî cezane nehatiye veguhastin bo navçeya Geverê.

Li gorî agahiyên gihiştine Rudawê, du roj beriya niha di encama teqîna narincokekê de serbazekî artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye.

Bûyer li nêzîkî gundê Qadyan a bi ser navçeya Geverê ve li qereqoleke serbazan de çê bûye û meytê serbazê artêşa Tirkiyê ji ber barîna zêde ya berfê hê jî li nav qereqolê maye.

 Li gorî agahiyan, niha rêyea gundê Qadyan girtî ye û helîkopter jî ji ber rewşa xirab a keşûhewayê nikarin biçin qereqolê.

Çavkaniyên di nava Geverê de ji Rudawê re aşkere kirin ku gundiyên Qadyan daxwaz ji serbazan kirine ku biçin cenazeyê wî serbazî veguhazên lê ji ber metirsîya şape û reniyên berfê (aşût) rê bi gundiyan nehatiye dan.

Nav û agahiyên din ên serbazî jiyana xwe ji dest daye nehatine aşkerekirin lê li gorî agahiyan, di dema meşq û rahênana serbazî de di destê wî de narincok teqiyaye.