Hewlêr (Rûdaw) - Tevî derbasbûna salekê, çarenivîsa Hurmuz Dîrîl, hemwelatiyê Kildan yê xelkê Şirnexê heta niha jî ne diyar e. Kurê wî jî dibêje, “Xebateke lêgerînê ya baş nahet kirin û lêpirsineke berfireh li gel gumanbaran nehat kirin” û tekez dike ku di raporta derbarê mirina dayika wî de jî gelek kêmasî hene.
Hemwelatiyên Kildan ên bi navên Hurmuz û Şîmonî Dîrîl roja 11ê Çileya 2020, li gundê Mehrê yê ser bi Elkê ve li Şirnexa Bakurê Kurdistanê, winda bûbûn.
Termê Şîmonî Dîrîl a 65 salî, roja 20ê Adarê, li ber çemekî nêzikî gund hatibû dîtin û li bajarê Stenbolê jî hatibû veşartin. Lêbelê heta niha termê Hurmuz Dîrîl ê temen 71 salî nehatiye dîtin.
Kurê wê Hurmuz Dîrîl, Remzî Dîrîl, ji rojnameyeke Tirkiyê re ragihand ku tevî her hewl, xebat û lêgerînên heta niha jî wan encamek bi dest nexistiye û rastî ti nîşanekê nehatine ku çarenivîsa bavê wî diyar bike.
Remzî Dîrîl behsa raporta pizîşkiya dadî ya derbarê mirina dayika xwe de jî dike û dibêje, “di raportê de tenê behsa birîndarkirin û lêdanê heye, zanyariyek li ser çawaniya kuştina wê nîne. Em bi vê qanih nebûn, ji ber ku dema me termê wê rakir şûna gulleyan li ser ser û pişta wê hebûn. Li ser cilên wê jî heman şûn hebûn. Lê di raportê de cih bi van nehatiye dayîn.”
Di dewama gotinên xwe de Remzî Dîrîl rexne li sazî û aliyên peywendîdar jî digire ku xebat û lêgerîneke bi rêk û pêk bo dîtina bavê xwe û dibêje, “20 kesên nasên me xwestin li gel me bên û alîkariya me bikin, lê cendirmeyan rê bi wan nedan. Ne AFAD hat û ne jî rê bi sivîlan dan. Eger rê hatiba dayîn me dê dayika min zû dîtiba û me dê îşaretk bo dîtina bavê min jî dîtiba. Em dest ji lêgerîna bavê xwe bernadin. Çima dosye jî nihênî ye, em wê jî tênagihijin.”
Herwiha Remzî Dîrîl amaje bi îfdeya pismamekî bavê xwe jî dike ku şahidê bûyerê bûye û dibêje, “Du caran îfadeya wî hat wergirtin, lê herdu jî nakok bûn. Li gel vê yekê dema bav û dayika min winda bûn, em agahdar nekirin. Got `telefona min xerab e` lê telefona wî jî kar dikir û li gund hêla telefonê jî hebû. Gelek lêkolîn li gel wî nehat kirin û pêwîst bû zêdetir lêpirsîn li ser hatiba kirin. Lêpirsîn kêm ma.”
Li aliyê din Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nurcan Îmîr derbarê bûyera wan hevjînên Kildan de pirsnameyek arasteyî Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay kir û daxwaz kir ku bûyer bê zelalkirin û çarenivîsa Hurmuz Dîrîl bê diyarkirin.
Konseya Alîkariyê ya Krîstiyanê Iraqê jî li ser mijarê peyameke vîdyoyî belav kir û bi zimanên Aşûrî, Kurdî, Tirkî, Erebî, Spanê, Almanî, Rûsî. Gucaratî, Lehî, Tagalogî, Vîetnamî û Farisî daxwaz kir ku Hurmuz Dîrîl bê dîtin.
Roja 15ê Gulana 2020an jî Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, derbarê bûyera herdu hemwelatiyên Kildan de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, ew herdu hemwelatiyên Kildan roja 11ê Çileyê ji aliyê 3 kesên ku “li herêmê karê kontra dikirin hatin revandin, kuştin û cenazeyên van welatiyên sivîl avêtin çemê Hêzilê.”
Herwiha HPGê di wê daxuyaniyê de red kiribû ku ti peywendiyeke hêzên wan li gel wê bûyerê hebe.
Gundê Mehrê sala 1989an piştî ku hat valakirin, malbata Dîrîl a Kildan koçî Stenbolê bûn. Sala 1992an ew malbat vegeriya, lê piştî 2 salan, 1994an careke din Mehrê hat valakirin. Ew malbata Kildan herî dawî 2011an vegeriya gundê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse