Şahciwana Kurd bi bihayê 2 milyon dolar kelûpel şandin Kurdistanê

17-01-2021
Rawçî Hesen
Nîna Murad 2016an li Awistralyayê pileya duyem a şahciwaniya cîhanê bidest xist
Nîna Murad 2016an li Awistralyayê pileya duyem a şahciwaniya cîhanê bidest xist
Nîşan Nîna Murad Herêma Kurdistanê Şahciwana Kurd Awistralya Rotary International
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a xelka Ranye ku li Awistralya dijî û şahciwana duyem a sala 2016an a cîhanê ye, “bi bihayê nêzikî 2 milyon dolar kelûpel û pêdawîstiyên pizîşkî bo Herêma Kurdistanê şandin.” Biryar e ew kelûpel bi ser nexweşxane û binkeyên tendirustî yên Ranye û beşek bajarên din de bên dabeşkirin. Ew dibêje, “ev cara sêyem e bi qebareyên ciyawaz alîkariyên wê digihijin Herêma Kurdistanê.”

Sala 2016an li Awistralya, merasîma şahciwaniya cîhanî birêve çû. Nîna Murad jî ji Rûdawê re dibêje, “Piştî hewleke zêde bo ku li ser navê Kurdistanê beşdar bibim, daxwaza min ji aliyê komîteya merasîmê ve hat qebûlkirin û ez wek berbijêra Kurdistanê beşdarî şahciwana 2016an bûm.”

Nîna Murad aşkere dike ku di wê merasîmê de wê karî pileya duyem a şahciwaniyê bidest bixe. Piştî bidestxistina wê nasnavê, Nîna Murad li gel rêxistinekê dest bi karê xêrwazî kiriye û bi wê rêya wê rêxistinê çendîn car kereste û pêdawîstiyên pizîşkî, cilûberg, laptop û çendîn kelûpelên din şandine Herêma Kurdistanê û bi ser xelk û cihên giştî de dabeş kirine.

Îsal jî bi rêya grûpeke online ku ji hejmareke keç û kurên bajarên cuda yên Kurdistanê pêk tê, Murad kelûpel û pêdawîstiyên xêrxwazî dişîne Herêma Kurdistanê û ew bi ser xelkê de tên dabeşkirin.

Ziryan Yasîn, yek ji endamên wê grûpê ye û wî derbarê karên Nîna Murad ji Rûdawê re ragihand, “Nîna Murad ji ber ku sala 2016an nasnavekî baş box we peyda kir, peywendiyeke berfireh li gel rêxistineke cîhanî ya bi navê Rotary International pêk anî û dest bi karên xwebexş û xêrxwazî kir. Murad ji wê rojê ve kelûpel û pêdawîstiyên ciyawaz bi xêxwazî dişîne Kurdistanê.”

Li gor gotina Ziryan Yasîn ji sala 2016an ve, Nîna Murad 8 konteynerên mezin ên kelûpelên xêrxwazî şandine Herêma Kurdistanê ku dawîn car jî roja 14ê vê mehê bû û “3 konteynerên mezin ên pêdawîstiyên pizîşkî, laptop, cilûber (zarok, jin, zilam, cilûbergên pizîşkî) tê de bûn û bi bihayê nêzikî 2 milyon dolar bû, gihiştin Ranye.”

Di dewama gotinên xwe de li Yasîn li ser çawaniya gihandina wan alîkariyan bo Kurdistanê, dibêje, ew kelûpel li Awistralya di depoyeke mezin a DIK k user bi rêxistina Rotary International e, tên kirin “piştî ku lîsta kelûpelan bi rêxistinê tê dayîn, ew li konteyneran tên barkirin û bi çavdêriya edamekî Rotary International bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl digihijin Herêma Kurdistanê.”

Ew keça Kurd bi hevkariya rêxistinên navxwe karûbarên xwe birêve dibe, lê ji Berfanbara 2020an ve Murad grûpeke online pêk aniye û ciwanên ji piraniya bajaran hevkariya Murad dikin û kelûpelan bi ser xelkê de dabeş dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst