Serokê Şaxa Erdexanê ya partiya Pêşerojê hat girtin

17-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaxa Erdexanê ya partiya Pêşerojê, Celîl Toprak li ser giliya hevjîna xwe derket pêşberî dadgehê û dadgehê biryara girtina wî da.

Hevjîna Celîl Toprak a bi navê Z.T li cem Serdozgeriya Komarê ya Erdexenê li dijî hevjînê xwe gilî tomar kiribû û gotibû, ku Celîl li wê xistiy û pozê wê şikandiye.

Li ser giliya Z.T, dozgeriyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û Celîl Toprak ê hevjînê Z.T û Serokê Şaxa Erdexanê ya Partiya Pêşerojê îro hat desteserkirin.

Celîl Toprak piştî desteserkirinê bo rêveberiya ewlehiya bajêr hat şandin û piştre ew rêkirin dadgehê.

Dadgeha Cezaya Sulhê ya Erdexanê îro bi tometa lêdanê û birîndarkirina bi qest, biryara girtina Celîl Toprak da û ew hat girtin.

Partiya Pêşerojê ji aliyê Ahmet Davutoglu, serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê ve hatiye damezrandin û li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ofîsên xwe vekiriye û kongreyên xwe yên bajaran jî lidarxistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst