Ji çemê Firatê bi boriyê av bo Hesekê tê veguhastin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Ava Vexwarinê li Hesekê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya bajêr, dest bi projeya du qonaxî ya rakişandina ava Çemê Firatê ji bo bajarê Hesekê dike.

Di yekemîn qonax de boriyên avê dê werin amadekirin û çêkirin, herwiha di qonaxa duyemîn de wêstgehên avê dê yên li ser rêya xeta boriyê bêne nûjenkirin.

Ferîde Ebdo, Rêvebera Projeya Nûjenkirina Wêstgeha Avê ya Elwah jî dibêje: “Gelek ziyan gihiştiye Wêstgehê, gelek wêranî hatiye kirin, avahî wêran bûne, amêr hatine dizîn, heta cam hatine şikandin , pencere hatine dizîn, bombe û termên çekdarê DAIŞê di nav avahiyê de mane.”

Projeya nûjenkirinê ji Wêstgeha EL-Sûr li gundewarê rojhiltê Dêrezorê dest pê dike, da ku av ji Çemê Feratê ji bo Hesekê were kişandin.

Rêveberiya Xweser budceya projeyê dabîn dike û li gor Hevserokê Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê Teleet Yûnis ragihandiye, “têçûya projeyê milyonek heya milyonek û pêncsed hezar dolar e. ”

Teleet Yûnis, Hevsrokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ragihandiye: “Ava ku bighêje bajarê Hesekê nêzîkî 20 % ji pêdiviya bajarê Hesekê û gundewarê wê peyda dike, ji wêstgeha EL-Sûr av dê were kişandin ji bo bajarê Hesekê û gundewarê wê, piştî nûjenkirina Wêstgehên paqijkirina avê. ”

Wêstgeha Elok ku li gundewarê rojhilatê bajarê Serê Kaniyê dikeve û ava vexwarinê dide bajarê Hesekê, di Cotmeha 2019an de ket bin destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku ser bi Tirkiyê ve ne.

Piştî ku herdû bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayayê Kurdistanê û wêstegeha Elok di encama êrişa Tirkiyê de ji kontrola hêzên Rêveberiya Xweser derketin, bi berdewamî ji aliyê komên çekdar ve li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê tê qutkirin, bi vî awayî jiyana zêdetir ji yek milyon kes ji nişteciyên wê navçeyê di metirsiyê de ye.