Siyasetmedar û sendîkagerê Kurd Mahmut Tîmurtaş jiyana xwe ji dest da

17-01-2021
RÛDAW
Nîşan Mahmut Tîmurtaş Kurd Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û sendîkagerê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Mahmut Tîmurtaş ji ber celteya dil îro Yekşemê 17ê Çileya 2021an li nexweşxaneya Sêrtê jiyana xwe ji dest da.

Mahmut Tîmurtaş roja îniyê 15ê Çileya 2021an li bajarê Sêrtê celte li dil wî dabû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û di bin çavdêriya hûr a bizîşkî de bû.

Lê piştî du rojan û tevî hemû hewlên bizîşkan, rewşa tendirustiya Mahmut Tîmurtaş xirab bû û îro danê sibê koça dawî kir.

Mahmut Tîmûrtaş siyasetmedarekî naskirî yê Sêrtê bû û piştî derbeya 12ê Îlonê ji ber doza DDKD-KÎPê hatibû zindanîkirin û dewletê, wekî piraniya siyasetmedarên kurd ên wê serdemê berê wî jî dabû Girtîxaneya Amedê ya jimareya 5ê.

Tîmûrtaş ji zêdetir 20 salan Seroktiya Şaxa Sêrtê û Mêrdînê ya Sendîkaya DISK GENEL-ÎŞê kiribû. Herwiha li Şaredariya Sêrtê wekî Serokê Daîreya Karên Paqijiyê bi salan xebitî.

Mahmut Tîmûrtaş xwandina xwe ya zanîngehê ji Enstîtûya Perwerdehiyê ya Sêrtê û Zanîngeha Harranê ya Beşa Endezyariya Çandiniyê qedandibû. Ew bavê 4 zarokan bû û yek ji zarokên wî, Jiyan Tîmûrtaş niha Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst