Neşed Zaza: Amerîka giraniya xwe nade ser Diyaloga Kurdî-Kurdî
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Neşed Zaza ragihand ku Amerîka dixwaze Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera herdu aliyên sereke yên siyasî li Rojavayê Kurdistanê biser bikeve, lê ti caran giraniya xwe nexistiye ser danûstandina daku bigihêje qonaxa ku ew dixwazin.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Neşed Zaza beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera herdu aliyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de û helwesta Amerîkayê derbarê vê mijarê de axivî.
Balyozxaneya Amerîka li Şamê li ser danûstandinên aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Em piştgîriya diyaloga Kurdî-Kurdî dikin.”
Neşed Zaza derbarê vê yekê de got: “Bê guman ENKSê her demê da diyarkirin ku di her gavek bikeve xizmeta xelk û xaka me de amade ye ji bo wê û xwestiya ev dîyalog serbiekve û hewl jî dide, lê ev yek nayê wateya ku li hemberê daxuyaniyên bêrêz bêdeng bimîne. Em dibêjin ev daxuyaniya Amerîkayê gaveke baş e, lê têrê nake. Ji destpêkê heta niha Amerîkayê gotiye ew çavdêriya danûstandinan dikin û piştevaniya danûstandina dikin û dixwazin danûstandin bikgehêjin encamekê ji bo çareserkirina pirsa herêmê û Sûriyê.”
Zaza amaje bi wê yekê kir ku Amerîka dixwaze Diyaloga Kurdî-Kurdî serbikeve, lê di asta pêwîst de ji bo serkevtina wê tevnagere û got: “Bi min heta niha jî Amerîkayê bi giraniya xwe ev danûstandin bi başî birêve nebiriye û herwiha giraniya xwe jî nedaye ser ku ev danûstandin bigihêjin qonaxa em hemû dixwazin. Em baş dizanin berjewendiyên Amerîkayê li herêmê hene û bi taybetî ligel dewletên derdorê weke Tirkiyê. Bila em vê yekê baş bizanin îro Amerîka naxwaze berjwendiyên xwe yên ligel Tirkiyê re nake qurbaniya berjewendiyên xwe yên ligel Kurdan re. Amerîka dixwaze ev danûstandin here serî lê bi Tirkan re jî danûstandinê dike û dixwaze wê balansê biparêze. Amerîka heta niha tenê çavdêr in. Em hemû jî dizanin eger Amerîka bixwaze dikar di şev û rojekê de vê pirsê çareser bike û herdu alî jî li hev bikin.”
Derbarê astengiyê li ber danûstandinan de jî Zaza got: “Bi rastî gelek metirsî li ser danûstaninên Kurdî-Kurdî hene. Em weke ENKS tekez dikin ku ev danûstandin herin serî, lê em dibînin ku ew daxuyaniyên ji aliyê din ve têne dayîn nakeve xizmete van danûstandinan. Aldar Xelîl li cihekê gotinekê dibêje, Salih Muslim li cihekê gotinekê dibêje û li cihek din Îlham Ehmed gotinekê dibêje. Di nav wan de nakokî hene divê ewil ew li hev bikin daku em bizanin çawa danûstaninan birêve bibin.”
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê herwiha tekez kir ku biryara Pêşmergeyên Roj ji aliyê siyasî ve di destê ENKSê de ye, lê di asta leşkerî de danûstandin dê di nav aliyên leşkerî de were kirin û got: “Rêkevtin wek yek pakêtê ye, eger mijara Pêşmergeyên Roj neyê çareserkirin ev danûstandin naçin serî em jî dê qebûl nekin.”
Li jêr çavdêriya Amerîkayê, ku tê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK), bi destpêşxeriya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dest bi danûstandinan kiribûn.
Li ser daxwaza Fermandarê HSDê General Mazlûm Kobanî, gerên diyaloga Kurdî-Kurdî Nîsana 2020an hatin destpêkirin.
Roja 16ê hezîrana 2020ê, herdu alî gihiştin Nêrîneke siyasî hevbeş û lihev kirin ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe zemîna wan danûstandinan.
Piştî rêkeftina li ser nêrîna siyasî ya hevbeş, herdu alî gihiştin rêkeftinê ku lêvegera siyasî ya Kurdî ji 32 kesan pêk bê.
Li gor zanyariyan biryar e naverasta vê mehê danûstandinên ENKSê û PYNKê careke din destpê bike. Şanda Amerîkî nêzîk vedigere Rojavayê Kurdistanê ji bo ku qonaxa sêyem ya danûstandinan destpê bike. Vê carê, pirsên Rêveberî û Leşkerî têne gutûbêjkirin.