Çewlîg - Bilindbûna berfê 2 metre derbas kir

17-01-2019
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Kanîreş Berf Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Kanîreşê yê ser bi parêzgeha Çewliga Bakurê Kurdistanê ve bilindahiya berfê 2 metre derbas kir û gelek xanî di bin berfê de man.

 

Barîna berdewam a berfê û zêdebûna bilindahiya berfê li Kanîreşa Çewlîgê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Ji ber wê yekê proseya xwendinê li wê bajarokê rawestiyaye û rêyên 48 gundên bajarok jî hatine girtin.

 

Ji ber berfeke zêde li Kanîreşê dibare, rewşa welatiyan dijwar bûye û her roj bi saetan derdora xaniyên xwe paqij dikin. Heta niha ku 2 hezar barhilgir berf ji nav Kanîreşê hatiye paqijkirin, welatiyan li ber deriyên xwe tûnêl çêkirine daku bikaribin ji malên xwe derkevin.

 

Li aliyê din ji ber berfa zêde rêyên 48 gundan hatine girtin. Tîmên paqijkirina rêyan jî bê navber li ser karên xwe berdewam in. Li Kanîreşê proseya xwendinê jî rawestiya ye. Piştî 18 rojan betlaneya ji ber berfê , 15ê Çile xwendekar çûbûn dibistanê, lê rojek piştre dîsan bû betlane û 2 roj e xwendekar naçin dibistanê.

 

Berfa zêde bandor li dikandar û esnafan jî kiriye. Ji ber berfê ku welatî ji malên xwe dernakevin û rê jî girtî ne xelkên gundan nayên nav bajarok, dikandar mexdûr bûne, mişterî nînin û neçar mane dikanên xwe venakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst