Hewlêr (Rûdaw) - Çûna xelekê Azerî ji bo bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye û Azerî ji bajarê Tewrêz û Urmiyê ve diçin Mihabadê û li wî bajarê Kurdan nîştecih dibin. Xelkê Mihabadê ji zêdebûna bicihbûna Azeriyan li Mihabadê nîgeran in û ditirsin ku demografiya bajarê wan bê guhertin.
Bajarê Mihabadê li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê siyasî û dîroka serdem a Kurdan ve bajarekî giring ê Kurdistanê ye û xwedî pêgeheke giring di tevgera siyasî ya Kurdistanê bi giştî û ya Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî de ye.
Lê belê ew demek e ku ev bajar tevî ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve ji aliyê xizmetguzarî û pêşketina aborî û pîşesaziyê de hatiye piştguhxistin, niha metirsiya guhertina demografya bajrê jî li xemên xelkê Mihabadê zêde bûye.
Li gor agahiyên Rûdawê, dema çend mehan e, ku rêjeya koça xelkê Azerî ber bi bajarê Mihabadê ve gelek zêde bûye û xelkên Azerî ji Umriye, Tewrêz û bajarên din ên derdorê ku Azerî têde dijîn, berê xwe didin Mihabadê û li vî bajarê Kurdan nîştecih dibin.
Nîşteciyên bajarê Mihbadê dibêjin, salên derbasbûyî jî xelkên ne Kurd ber bi Mihbadê ve koç dikirin, lê ev çend meh in ku bi rêjeyek ber biçav ew koç zêde bûye.
Hejmarek ji çalakvanên Mihbadê jî derbarê koçkirina Azeriyan bo bajarê xwe de hişyariyê didin û dibêjn hewleke pilankirî ji bo guhertina demografiya Mihbadê heye.
Mihabad li gor bajarên din ên derdora wê, gelek bi nav û dengtir e û gelek kes ji cihên din ve çûne û li vî bajarî bicih bûne. Bo bajarekî weke Mihabadê, çûn û derketina xelkê jê, babeteke asayî ye, lê belê zêdebûna hejmara Azeriyan li Mihabadê tişteke ne asayî ye û niha bûye rojeva gotûbêjên xelkê bajêr.
Hinek ji xelkê Mihabadê, zêdebûna hejmara malbatên Azerî û bi rêjeyeke kêmtir, zêdebûna hejmara Farsan li vî bajarî, vedigerînin bo kultura bajarê xwe û mêvandarbûna xelkê bajêr. Ew beş ji nîştecihên Mihabadê dibêjin, Mihabad xwediyê gelek derfetên aborî û geştyarî ye, lewma asayî ye ku xelkên ciyawaz berê xwe bidin bajarê wan.
Lê belê beşeke zêde ya xelkê Mihabadê jî ji zêdebûna hejmara Azeriyan li bajarê xwe nîgeran in û dibêjin, ew ji guhertina demografta bajarê xwe ditirsin.
Beşeke xelkê jî dibêjin, kirîna mulkan li bajarê Mihabadê ji aliyê kesên ne Kurd ve her weke salên berê ye û ew babet çend sal e ku heye, lê belê îsal ketiye ser zarê xelkê û xelk li ser diaxivin.
Hejmarek ji çalakvanên siyasî û sivîl ên Mihabadê vê babetê asayî nabînin. Ew dibêjin, ew yek hewlek e jib o guhertina demografiya bajarê wan û tekez dikin, Azerî bi piştgiriya berpirsên xwedî desthilat û payebilind ên parêzgeha Urmiyê û Supaya Pasdaran mijûlî wê yekê ne, ku hejmara xwe li bajarê temam Kurdnişîn ê Mihabadê zêde dikin.
Bi gotina wan çalakvanan, nîgeraniya wan ji guhertina demografî û guhertina pêkhateya netewî ya bajarekê ne, ku navê wê hertim tevî navê Komara Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê tê.
Li parêzgeha Umiyê ji 14 qezayên wê parêzgehê, 5 qezayên Mihabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar û Şino bi temamî Kurdnişîn in û li qezayên din jî Kurd û Azerî bi hev re dijîn, ku li piraniya wan qezayan jî hejmara Kurdan zêdetir ji ya Azeriyan e, lê belê hikûmeta Îranê desthilata serbazî û îdarî yê parêzgehê daye destê Azeriyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse