Dije Terora Kurdistanê du endamên DAIŞê desteser kirin

17-01-2019
RÛDAW
Nîşan Dije Teror Kurdistan DAIŞ Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Dije Terorê yên Kurdistanê desteserkirina "du endamên DAIŞê" li bajarê Hewlêrê ragihand.

 

Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: “Piştî zanyarî û çavdêrîkirinên bi hûrgilî û li ser fermana birêz dadger, di 16-01-2019an de di operasyoneke serkeftî de du endamên komeke terorîst a DAIŞê li bajarê Hewlêrê hatin desteserkirin.”

 

Hêzên Dije Terorê yên Kurdistanê navên du endamên DAIŞê eşkere kiriye ku navên wan Ehmed Îbrahîm Ehmed Cedî û Qehtan Elî Ehmed Cedî e û diyar kiriye ku di beşa emnî ya grûpa DAIŞê de kar kirine.

 

Li gor daxuyaniyê, di operasyonê de şeş gumanbarên terorê jî hatine desteserkirin.

 

Duh çarşemê (16-01-2019) Asayişa rojavayê Silêmaniyê desteserkirina "çekdarekî daxwazkirî yê DAIŞê" li Çemçemalê ragihand ku li gor gotina Asayişê, beşdariya piraniya şerên DAIŞê yên li Mûsilê kiriye û xwestiye ku li deverên Herêma Kurdistanê xwe veşêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst