Ewlekariya Kerkûkê ji artêş û Heşda Şeibî tê wergirtin

17-01-2018
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Xurmatû Heşda Şeibî Polîsê Federal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komîsyona Ewlekarî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku li gorî zanyariyên gihiştine destê wan, dosyeya ewlekarî ya Kekrûk û Xurmatûyê ji artêş û Heşda Şeibî tê wergirtin û radestî polîsê federal tê kirin.  

 

Azad Cebarî ji Rûdawê re got: “Weke tê behskirin 2 firqeyên polîsê federal li Kerkûk û Xurmatû tên bicîhkirin û dosyeyên ewlekariyê dikeve destê wan.”

 

Cebarî herwiha diyar kir, ku niha fewcekî wan fîrqeyan li Xurmatû hatiye bicîhkirin û da xuyakirin, ku tê çaverêkirina fîrqeyek jî di demeke nêzîk de bigihe Kerkûkê û ewlekariya bajêr.

 

Weke karvedaneke li hember giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, roja 16ê Cotmehê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrîşî Kerkûk, Xurmatû û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kirin.

 

Ji ber vê pêngavê bi dehan hezar kes li van navçeyan koçber bûn. Bi sedan malên Kurdan hatine talankirin û şewitandin.

 

Ev guhertin di demekê de ye, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest bi danûstandinan kirine.

 

(N.S)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst