Debax: Zehmet e peywendiyên Tehran û Hewlêrê mîna berê bin

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îranê Nazim Debax pêşbînî dike, ku peywendiyên Tehran û Hewlêrê ne bi lez jî bin dê di nava demê de asayî bin.

 

Debax dibêje, giştpirsiya serxwebûnê ya par û xwepêşandanên dema dawîn ên li seranserê Îranê careke din tevlîhevî xistiye nav peywendiyên aliyan lê daxuyaniyên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi dilê Îranê bûye, ku gotibû destê Kurdan li pişt xwepêşandanan de nîne.  

 

Piştî bidawîbûna bêhnvedana sersalê, berpirsên Komara Îslamî ya Îranê biryara vekirina deriyên sînor ên Perwêzxan û Hacî Omranê dan. Bi vî awayî ti deriyên girtî di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de neman.

 

Tirkiyê firsend bikaranî

 

Ne rasterast jî be berpirsên Îranê vê yekê nîşan didin, ku ew ji girtina deriyan poşman bûne. Çimkî di dema dorpêça ser Herêma Kurdistanê de Tirkiyê ev yek ji xwe re weke firsend bikar aniye, deriyên xwe negirtiye û bi vê yekê jî berrika li bin piyê Îranê kişandiye.

 

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îranê Nazim Debax ji Rûdawê re got: “Bêguman Tirkiyê di mijara girtina deriyên sînor de bi hişyartir û çalaktir nêzîk bû û ev derfet bikar anî. Îranê jî ev yek dît. Lê Îran hertim weke mijareke giring a ewlekariyê li sînoran meyze dike, Tirkiye jî zêdetir bi çavekî bazirganî lê dinere.”

 

Tehran piştgirî dide çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê

 

Nazim Debax dibêje, Tehran ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de niha li ser xet e û hewl dide. Lê tekez jî dike, ku mercê sereke yê hikûmeta Îranê ew e, ku ji bo çareseriyê Destûra Iraqê bibe bingeh.

 

Debax diyar dike: “Her çiqas di dema derbasbûyî de Îranê zêdetir pişta hikûmeta Iraqê girtibe jî dixwaze peywendiyên wî yên li gel Herêma Kurdistanê jî bihêz bin.”

 

Îran bi tundî li dijî giştpirsiyê bû

 

Beriya giştpirsiyê çend caran Îranê vexwendinameyên fermî ji serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandin. Lê paşî eşkere bû, ku Barzanî ji protokola pêşwazîkirinê ya Îranê razî nebûye, nedanîna Ala Kurdistanê ya ji aliyê berpirsên Îranê ve weke biçûkkirina Herêma Kurdistanê û heybeta serdanê dîtiye, lewma ev serdan pêk neaniye.

 

Îranê beriya giştpirsiyê şandek li pey şandekî din dişande Hewlêrê. Lê piştî giştpirsiyê Îran weke amadekarê nexşerêya hikûmeta Iraqê derket, ji bo dorpêça erdî û esmanî ya li ser Herêma Kurdistanê.

 

Tehran yekemîn paytexta cîhanê bû, ku hatinçûna firokeyên xwe yên ji bo Hewlêr û Silêmaniyê da sekinandin.

 

Debax dibêje: “Ez pêşbînî nakim, ku zû bi zû peywendiyên Hewlêr û Bexdayê mîna berê asayî bibin. Lê hiştina nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, hêviya asayîbûna peywendiyan jî dide.”

 

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îranê balê dikişe ser siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel welatên cîran û dide xuyakirin: “Ez vê siyasetê rast dibînim, ku hewl dide li gel cîranan peywendiyên baştir saz bikin. Ji bo vê em dereng mane.”

 

Di dawiya sala 2017ê û destpêka 2018ê, li piraniya bajarên Îranê li dijî desthilatê xwepêşandan hatine lidarxistin. Lê xwepêşandanên vê carê ji yên salên borî cudatir û bixwîntir bûn.

 

Hinek berpirsên Îranê îdîa kirin, ku plana xwepêşandanan li Herêma Kurdistan û Efxanistanê tên amadekirin û li pişta wan jî destê Amerîkayê heye.

 

Lê Nazim Debax diyar dike, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ev îdîa red kirin û ev yek jî li Îranê bû sedema dengvedaneke erênî û dilê wan aj kir.

 (N.S)