Li Mûşê cotkaran ji bo barîna berf û baranê dia kirin

17-01-2018
RÛDAW
Nîşan Mûş Dia Baran Berf Çotkar
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Mûşê komeke cotkaran ji ber ku li herêmê  hişkayî heye, ji bo berf û baran bibare dia kirin.

Li Wan û Bidlîsê berf bi navber dibare, li Mûşê jî hewa ewrsayî ye.

Komeke niştecihên gundê Çatbaşiyê yê ser bi navenda Mûşê ve tevî mela Ayhan Aymelek û mixtarê gund Mehmet Koçlardan civiyan.

Kom tevî mela ji gund derket, bi serkêşiya mela Aymelek ji bo berf û baran li herêmê bibare dia kirin.

Mixtar Mehmet Koçlardan daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li gor salên dawîn li Mûşê zivistana herî hişkayî derbas dibe.

Koçlardan got ku li herêmê bi şev cemed dikeve û wiha xivî: “Hin berhemên me di payîzê de çandine hêşî bûn beşek jî hêj hêşîn nebûne. Em jî bi melayê xwe re derketin diayê berfê. Par di heman demsalê de li erdê metre û nîv berf hebû, îsal têra xwe berf nebarî. Ji bo vê me dia kir ku berf û şilî çêbe."

Mela Ayhan Aymelek jî got hewcedariya herêmê bi avê heye û wiha pê da çû: "Em jî îro derketin diayê berfê. Înşaellah diayên me dê qebûl bibin."

(A.B)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst