Hewlêr (Rûdaw) – Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl got; “Ji xeynê gelê Şingalê ti kes nikare biryarê li ser çarenivîsa Şingalê bide. Ew encûmenên ku nûnertiya ji sedî 5ê Şingaliyan nakin, nikarin biryarê bidin.”
Serokê Encûmena Damezrandina Şingalê Salih Xidir, ku nêzîkî PKKê ye, beriya çend rojan gotibû; “Şingal xwedan hêz û asayîşa xwe ya taybet e û tenê ew maye, ku çarenivîsa xwe diyar bike.”
Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl bi rêya Rûdawê bersiv da daxuyaniyên Xidir û got; “Ew encûmena, ku nûnertiya ji sedî 5ê gelê Şingalê nake, nikare li ser çarenivîsa Şingalê jî biaxive. ”
Xelîl diyar kir, ku tenê gelê Şingalê dikare li ser çarenivîsa xwe biryarê bide û ragihand; “Ev encûmen her roj gotinekê dike. Rojekê dibêje em ê Şingalê bikin kantonekê serbixwe, roja din dibêjin em ê Şingalê bi parçeyekê din ê Kurdistanê ve girêbidin. Eger rapirsî bê kirin em piştrast in, ku dê gelê Şingalê bixwaze bibe parêzgeheke serbixwe yê Herêma Kurdistanê. Nabe kantona alîyekê diyarkirî.”
Di heyama derbasbûyî de berpirsên bilind ên PDKê li Şingalê daxwaz ji PKKê kirine, ku ji hêzên xwe ji herêmê vekişe lê berpirsên PKKê her car daxuyaniyên cuda dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse