Îran hewl dide kurdên yarsan bike şîe

Hewlêr (Rûdaw) – Hewzeya Îlmiye ya parêzgeha Kirmanşanê bi dehan melayên xwe şandine navçeyên Huzmanewen, Celalewen û Fîrûzanê ku piraniya nîştecihên wan yarsan in. Rêxistina Besîc jî li van herêman mizgeftan ava dike. Lê yarsanên Serfîrûzabadê dibêjin ew bûdceya, ku ji bo van karan tê serfkirin, bila ji bo dabînkirina xizmetguzariyan were serfkirin.

 

Zêdetirê 50 gundên herêma Serfîrûzabadê ya parêzgeha Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê bê av in û ava xwe ji tankeran dikişin. Herwiha li van herêman elektrîk nîne, rêyên hatinçûnê xirab in û dibistanên wan nîv bi nîv herifîne. Lê berpirsên navendên olî yên Kirmanşanê xemê li kêmbûna hejmara mizgeftan dixwin.

 

Herêma Serfîrûzabad ji navçeyên Huzmanewen, Celalewen û Fîrûzanê pêk tê. Piraniya nîtecihên van navçeyan ji ola yarsanî ne.

 

Sazî û dezgehên Supaya Pasdaran û rêxistina Besîcan hewl didin baweriya xelkê herêmê bigûherin û ji wan dixwazin bibin şîeyên misliman.

 

Di vê çarçoveyê de Hewzeya Îlmiye ya parêzgeha Kirmanşanê ev 5 sal in projeyek amade kiriye û mela, mamosta û muezzînên (bangaşekar) xwe dişîne vê herêmê da ku propagandaya şîetiyê bikin amojgariya ola xwe belav bikin.  

 

Rêveberê Propagandayê li Hewzeya Îlmiye ya Kirmanşanê Mehdî Mihemedî Fer jî vê yekê piştras dike, ku ew bi rêya şandina mela û mamsotayan dixwazin ola îslamê belav bikin û navê vê projeyê jî “Hîcret” e.

 

Herwiha rêxistina Besîcên Îranê jî ji bob ala nîştecihan bikişe ser şîetiyê li herêmê 26 mizgeftên nû çêdike.

 

Mamostayê projeya Hîcretê Şehram Rezwanî dibêje; “Li herêmê 243 gund hene lê tenê 16 mizgeft hene.”

 

Rezwanî daxwaz dike, ji bo belavkirina bernameya olî û çanda îslamê zêdetir bûdce bê veqetandin.

 

Ev yek di demekê de ye, ku nîştecihên herêmê dibêjin; “Dewsa ku hikûmet ji bo karûbarên olî bûdce xerc dike, bila ji bo dabînkirina xizmetguzariyên xelkê pere xerc bike.”

 

Nîiştecihên herêmê diyar dikin, ku pêwîstiya wan bi melayan nîne, lê pêwîstî bi xizmetguzariyên weke gihandin, av, elektrîk, pir û sîstema pêşkeftî ya çandiniyê heye.