Deriyê sînorî Xabûr bi temamî vebû

Zaxo (Rûdaw) - Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) yê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ji bo çûnûhatine îro bi temamî hat vekirin.

Li gor agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên Rêveberiya Deriyê Sînorî Îbrahîm Xelîl standin, derî ku beri niha tenê ji bo wesayîtên bazarganiyê vekiribû îro bo çûnûhatine tevahiya wesayît û geştiyaran vebû.

Di 14ê Berfanbara 2015an de ji ber bûyerên li bajarên Bakurê Kurdistanê deriyê sînorî yê Îbrahîm Xabûr yê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ji bo çûnûhatine hatibû girtin.

Wezîrê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyê Bulent Tufenkcî di 3yê Çileya îsal serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl kiribû piştre derî ji bo demekê ji demjimêrê 08.00ê heta 15.00ê êvari, ji bo rêya bazirganiya hatibû vekirin.

Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl îro hat vekirin û dê rojê 24 seatan ji çûnûhatine re   vekiribe.