Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê du malbat pev çûn û di encamê de 15 kes birîndar bûn.
Li navçeya Erdîşê niqaşa di navbera endamên malbata Eser û Gulsariyan ên ku dijminatiya hev dikin de mezin bû û veguherî pevçûnê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di pevçûna ku kevir, dar û kêr hatin bikaranîn de ji du malbatan 15 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên lin Erdîşê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse