AMED - ‘Têkçûna Rojavayê Kurdistanê têkçûna Kurdistanê ye’

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Çalakiya DBPyê ya li Amedê / Wêne: Ji dîmenan
Çalakiya DBPyê ya li Amedê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Amed DBP Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê ji bo parastina statûya Rojavayê Kurdistanê meşek hate lidarxistin.

Di meşê de banga rawestandina êrişan li Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Kesên ku tevli çalakiyê bûn got ku têkçûna statûya Rojava têkçûna hemû Kurdistanê ye.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku yek ji hevalbenda DEM Partiyê ye, xwest ji ber avahiya xwe ya Amedê heta Qada Şêx Seîd meşek li dar bixe.

Meş ji aliyê polîsan ve hate astengkirin û polîsan rê neda ku girseya DBPê bimeşe.

Li ser astengkirina meşê, li ber avahiya DBPê daxuyaniyek hate dayîn.

DBPiyan di çalakiya xwe de xwest statûya Rojavayê Kurdistanê bê parastin û hemû êrişên li Rojavayê Kurdistanê bêne rawestandin.

“Tirkiye ji bo Kurd nebin xwedî statû cihan dagir dike”

Hevseroka Giştî ya DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar got:

“Kurd, Ereb, Durzî, Ermenî hemû li Rojava bi hev re dijîn. Baş e Tirkiye çi dike?

Bi destên çeteyan hewl dide pergala wan ji holê rake. Welatekî bînin eqlê, li derveyî sînorê xwe, li Sûriyeyê jî li Îraqê jî hin cihan dagir dike. Çima? Ji bo ku Kurd nebin xwedî statû.”

Xelkê Amedê jî li hemberî êrişên li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da.

Çalakvan Kiymetê got, “Kurmanc giş bila azad bin, bila heqê wan bidin. Bila bêaramiyê nexin nava wan. Bila şîdetê li hemberî wan çênekin.”

“Ew der têk here ew têkçûna me ye”

Çalakvan Abdulhaluk Nergiz jî got:

“Rojava ji bo her çar perçeyan jî ji bo hersê perçeyan jî derbas dibe. Ger ewder têk here ew têkçûna me ye.

Ger azad bibe ew azadiya me ye. Çimkî ruhê me ne, xwîna me ne. Em azadî û serfiraziya wan dixwazin. Em ji wan re serkeftinê dixwazin.”

 

“Bila serkeftin a me be”

Çalakvaneke din jî got, “Daxwaziya min xilasî û azadî ye, tiştekî din naxwazim.

Bila erdê wan ji wan re be. Bila ciwanên me tê de nemirin. Bila serkeftin a me be û xilasî jî ya me be.”

“Em ji bo Kurdan jî Kurdistaneke serbixwe dixwazin”

Kesekî din jî got, “Bila ev şer ji nava wan derkeve, bila herkes vegere welatê xwe. Em vê dixwazin. Em ji bo Kurdan jî Kurdistaneke serbixwe û azadbûnê dixwazin.”

DBP bi navê Çareseriya Demokratîk dixwaze ji Amedê heta Enqereyê meşek girseyî li dar bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst