Hêvî jê hatibûn birîn: Piştî 20 salan ji Sûriyeyê vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Zindaniyekî ji Kilîsa bakurê Kurdistanê piştî 20 salên li Sûriyeyê vegeriya nav malbata xwe.

Mehmet Erturkê 53 salî, ji gundekî parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Sala 2004an bi tohmeta qaçaxçitiyê Mehmet Erturk hat girtin û 15 sal cezaya girtîgehê lê hat birîn.

Piştî 20 sal li girtîgeheke Şamê ya Sûriyeyê, niha vegeriya gundê xwe yê ku 10 deqîqeyan ji sînorê Sûriyeyê dûr e û bi malbata xwe şa bû.

“Ava kelandî bi ser pişta hevalekî min de rijandin"

Girtiyê berê yê li Sûriyeyê Mehmet Erturk wiha behsa şkenceyên li girtîgehê dike:

"Şkence kirin, gelek îşkece kirin, bi hemû tiştekî ku tê bîra we. Dema bi çakûç li zendên min dan, hestî ji nav goşt derketin. Li paniya me dan.

Min bi çavê xwe dît, ava kelandî bi ser pişta hevalekî min de rijandin, goştê pişta wî hat xwarê. Me gelek êş dîtin.

Ne cil û berg û ne jî av û xwarin hebû. Tenê ew bû ku bi vî awayî li quncik rûdiniştî. Me gelek êş dît. Wekî mirov di nav tabûtê de be."

Niha jî şopên şkenceyê li ser laşê wî diyar in, nikare nanê ku hevjîna wî jê re pijandiye bixwe.

Ji ber îşkenceyê nîvê diranên wî nemane û nîvê din jî hindik maye bikevin.

"Kesên ku canê xwe ji dest didan diavêtin zibildankê"

Mehmet Erturk wiha pê de çû, "Kesên ku canê xwe ji dest didan diavêtin zibildankê. Nizanim piştre termê wan dibirin kû derê.

Min her roj di quleke biçûk a derî re temaşe dikir. Bi kêmasî 4-5 kes dimirin."

Dema ku Mehmet Erturk hat girtin keça wî 6 salî bû.

Malbata wî bêhêvî bûbû û wiha dizanibûn ku miriye. Niha bi vegera wî dilşad in.

"Em di cejna niştimanî ya Sûriyeyê diçûn serdana wî"

Hatice Erturk hevjîna Mehmet Erturk wiha axivî, "Em di cejna niştimanî ya Sûriyeyê diçûn serdana wî.

Xezûrê min belgeyên seferê amade dikirin. Zarok gelekî biçûk bûn. Em di bin baranê de diçûn, me li wê derê kesek nas nedikir.

Em li ber deriyê girtîgehê demjimêrekê di dorê de diman, da ku derbasî hundir bibin. Gelek zehmet bû.

Dema em derbasî hundir dibûn, nedihiştin em 10 deqîqeyan bibînin. Zarok digiriyan û derdiketin derve.

Em li ber deriyê girtîgehê radiwestiyan û piştre vedigeriyan."

8ê Kanûna Pêşîn a îsal li Sûriyeyê desthilata Beşar Esed hilweşiya.

Deriyên girtîgehên wî welatî hatin şikandin û girtî hatin azadkirin. Lê belê hinek ji wan heta niha nehatine dîtin.