Muslim Hesen: Li gorî agahiyên me agirbest heta çarşemê hatiye dirêjkirin

3 demjimêr berê
Muslim Hesen û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Muslim Hesen û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Muslim Hesen Kobanî Çekdar Agirbest
A+ A-

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Elwehdeyê Muslim Hesen da zanîn ku agirbest du rojan hatiye dirêjkirin û li Kobaniyê pirsgirêka av û elektrîkê heye û 350 hezar kes bê kareba ne.

Li gorî agahiyên ku wî dane, ji ber şer û pevçûnan li Bendava Tişrînê elektrîk nemaye.

Muslim Hesen diyar kir, “Hinek otomobîlên leşkerî yên Amerîkayê li Kobaniyê ne, hêzên Amerîkayê dê 5-6 rojan li avahiya Desteya Cîbicîkar bimînin.”

Muslim Hesen destnîşan kir ku rêkeftina agirbestê ya navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve îro diqede lê li gorî agahiyên wan, “Agirbest heta roja çarşemê hatiye dirêjkirin.”

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Elwehdeyê Muslim Hesen bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Rûdaw: Rewşa li Kobaniyê çawa ye? Hîn alaya Amerîkayê bilindkirî ye?

Muslim Hesen: Ji berî 3 rojan Hêzên Amerîkayê gihiştin bajarê Kobaniyê û gundewarê wê û li ser avahiya Desteya Cîbicîkar a Amerîkayê ala xwe bilind kiriye û heta duh êvarî jî ew al her li ser wê avahiyê bilindîkirîbû. 

Li gorî agahiyên me, hêzên Amerîkayê ji bo agirbest û lihevkirinekê li ser Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê hatine. Gotûbêj li ser pevguhertina dîl û pekrewanan tê kirin ku pakrewanên Kurd ji Minbicê veguhêzin rojhilatê Çemê Feratê lê diyar e ku nakokî hene.

Her ji ber van nakokiyan ev lihevkirin nehatiye kirin. Pirsa din gora Silêman Şah e ku zêdetirî ji sed salan e li Pira Qereqozaqê ye lê berî çend salan hatibûn veguhastin. Tirkiye dixwaze vegerîne cihê wê lê diyar e  ku nakokî li ser vê pirsê hene. Tê gotin Tirkiyê dixwaze herêmeke berfireh bixe bin dest xwe û leşkerên zêde bîne û baregehekê li wê herêmê ava bike. 

Rûdaw: Karmendê Desteya Cîbicîkar li nava avahiyê dewamê xwe dikin yan tenê Hêzên Amerîkî li wê derê ne?

Muslim Hesen: Na, li gorî agahiyên min hêzên Amerîkî ji karmendên Desteya Cîbicîkar re gotiye çend rojan neyên dewamê û avahiyê ji me re vala bikin ji ber ku hinek karê me heye û pêwîst e em bi rê ve bibin.

Rûdaw: Wan diyar kiriye ka çend roj fermanber neyên ser kar xwe ?

Muslim Hesen: Wan behsa 5 heta 6 rojan kiriye û ji karmendên Desteya Cîbicîkar re gortiye ku heta 5 rojan neyên ser kar. Em bi hêvî ne ev hewl herin serî ji ber ku bi baweriya wî îro ew agirbest îro diqede dibe lê li gorî agahiyan du rojên hatiye dirêjkirin, yanî heta roja çarşemê.

Rûdaw: Niha li Kobaniyê rewş aram e?

Muslim Hesen: Belê, rewşa li bajêr û gundewarê wê aram e. Xelk li ser karê xwe ye lê car carinan li Bendava Tişrînê alozî derdikevin. Doh careke din çend top li wir ketin lê aloziyê zêde dirêj nekir.

Rûdaw: Doh, çi demê ew şer û alozî derket?

Muslim Hesen: Dema rojavabûnê bû. Çend top li deverê ketin. Ji aliyê kareba û avê ve dever di aloziyekê de ye.

Rûdaw: Kareba her nîne lê ma av jî tune?

Muslim Hesen: Ji roja derketina şerê li Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê elektrîk ji ser Kobaniyê hat qutkirin. Dever buye devereke leşkerî. Ji wê rojê ve ji binî ve elektrîk ji ser Kobaniyê û gudewarê wê hatiye birîn. Her wiha pirsgirêka avê jî derktiye, çimkî elektrîka stasyonên avê ji aliyê Bendava Tişrînê dihat dabînkirin.

Rûdaw: Berê ji Bendava Tişrînê çend demijmêran elektrîk didan Kobaniyê?

Muslim Hesen: Bernameyek hebû ji demijmêr 1ê nîvroj heta 12ê şevê, her ji 4 demijmêran elektrîk didan herêmekê lê ev çend roj in ji binî qut bûye.

Rûdaw: Niha karebaya çend kesan qut buye?

Muslim Hesen: Herêma Kobaniyê ji ser û binê wê. Bajarê Kobaniyê û gundewarê wê her wiha bajarê Sirînê. Rûberê bajarê Kobaniyê û gundewarê, her wiha bajarê Minbicê ji bendavê sûd werdigirt.

Rûdaw: Çend hezar kes?

Muslim Hesen: Bi baweriya min li Minbic û gundewarê wê ne kêmtirî ji 250 hezar kesî dijîn. Li Herêma Kobaniyê jî ne kêmtirî ji 100 hezar kes dijîn. Yanî zêdetirî 350 hezar mirovî bê elektrîk in. 

Rûdaw: Van çend roj bi yekcarî av bernedane Kobaniyê?

Muslim Hesen: Berî sê rojan av berdan her wiha doh demjimêr 10an 2 demijmêran av berdane lê dîsa rêveberiya avê daxwazê ji xelkê dike ku li ser xwe avê bi kar bînin û heder nedin. Rewşa avê jî xelk gelekî aciz kiriye.

Rûdaw:  Hêzeke zêde ya Koalîsyonê ya bi pêşengiya Amerîkayê li Kobaniyê belav bûye?

Muslim Hesen: Çend otomobîlên wan derbasî Kobaniyê bûn. Pişt re derbasî Sirînê bûne. Sembola wan hêzan heye ku wan alaya xwe jî li ser avahiya Desteya Cîbicîkar bilind kiriye.

Rûdaw: Ma avahiya Desteya Cîbicîkar her li nava Kobaniyê ye?

Muslim Hesen: Belê, yek ji avahiyên serekî ye li nava bajarê Kobaniyê ku avahiyeke fermî ya hikûmeta berê ya Sûriyeyê bû.

Rûdaw: Bilindkirina vê alayê û hebûna Hêzên Amerîkayê ya li Kobaniyê çi rewş û hest li cem xelkê durist kiriye? Di nava xelkê de çi tê gotin?

Muslim Hesen: Dema ku xelk alaya Amerîkayê dibîne dibe cihê aramiyê li cem xelkê. Derbarê mana van hêzan a li Kobaniyê guftûgo di nava xelkê de jî çêdibe û xelk behsa vê yekê dike ku Amerîkî ji bo rêkeftinê hatine û pişt re dê vegerin herêma Cizîrê.

Lê di warê din de xelk bi tirs e ku rojên agirbestê bi dawî dibin û ducare tirsa derketina şer heye. Rewş ne zelal e û welatên cîhanê ji bo Kobanî û Cizîrê ti garantî nedaye.

Tiştê ku dilê xelkê xweş kir axaftina serokê HTŞyê bû ku gotibû xelk dê vegere Efrînê û ev gotinên baş in.

Hêvî heye ku Serokê HTŞ û Hikûmeta Veguhêz li deverên Kurdan sînorekî ji van aloziyên ji ber grupên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve deyne, lihevkirin an rêkeftinek çêbibe û şer li Sûriyeyê bê rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst