Rêveberiya Xweser beyannameya 'Sûriyeya nû' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo Sûriyeyê beyannameyek belav kir û got, "Divê hemû hêzên siyasî di pêvajoya derbasbûnê de cihê xwe di avakirina Sûriyeya nû de bigirin."

Her wiha Rêveberiya Xweser di beyannameyê de bangî hemû aliyan kir û wiha anî ziman, "Em bangî hemû aliyên sûriyeyî dikin ku nêzîkatiyên xwe yên li beramberî hev, di ber çavan re derbas bikin û berjewendiyên nîştimanî yên hevpar di ser her tiştî re bigirin."

Di beşeke din a beyannameyê de Rêveberiya Xweser daxwaza parastina yekîtya axa Sûriyeyê kir û xwest ji Sûriye ji êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê bê parastin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji "avakirina Sûriyeya nû" beyannameyeke ku ji 10 xalan pêk tê belav kir.

Rêveberiya Xweser di beyannameya xwe de wiha got:

"Bi ketina rejîma Beasê ya despotîk re, Sûriye derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi armanca ku em bikarin bi serketî derbasî pêvajoya derbasbûnê bibin, divê em hevgirtî bin.

Divê em ji bo xêzkirina nexşerêyeke hevbeş bibin yek û bi hev re kar bikin. Divê siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku Sûriye wêran kiriye, bi dawî bibe.

Divê hemû hêzên siyasî di pêvajoya derbasbûnê de cihê xwe di avakirina Sûriyeya nû de bigirin.

Li ser vê yekê em bangî hemû aliyên sûriyeyî dikin ku nêzîkatiyên xwe yên li beramberî hev, di ber çavan re derbas bikin û berjewendiyên nîştimanî yên hevpar di ser her tiştî re bigirin.

Li ser vê bingehê, em dibînin ku tevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêveberiya siyasî ya li Şamê de dê li gorî berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan be.

Ev tevkarî dê bibe destek ku em bi serketî ji vê pêvajoya zehmet derkevin.

Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em berpirsyariyên xwe li hemberî gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê, dizanin.

Ji bo bicihanîna erkên li hember gelê me, em ji bo avakirina Sûriyeya nû beyannameya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî pêşkêş dikin.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rola erênî ya dewletên Ereban, dostên ku piştgiriyê didin tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê erênî dinirxînin.

Divê ev piştevanî ji bo avakirina Sûriyeya nû dewam bike da ku mafên hemû pêkhateyan li gorî bingehên demokratîk mîsoger bike da ku zemîneke guncaw a destpêkirina diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî ya giştî ku her kes tê de beşdar bibe, peyda bike.

Ji bo avêtina van gavan ku em wekî çarenûsî di vê pêvajoyê de dibînin, em bang li tevahî hêzên Sûriyeyê dikin ku bi hev re li ser van xalan kar bikin:

- Parastina yekitî û serdestiya xaka Sûriyeyê û parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

- Divê li seranserê xaka Sûriyeyê çalakiyên leşkerî werin rawestandin û diyaloga nîştimanî ya giştî ya avakirinê dest pê bike.

- Helwesta hezkirinê bigirin û ji xîtaba nefret û xiyanetê ya di navbera sûriyeyan de dûr bikevin. Sûriye bi hemû pêkhate û rengên xwe dewlemend e, divê ev pirrengî û dewlemendî li ser esasê demokrasiya adilane were parastin.

- Ji bo yekkirina nêrînan der barê pêvajoya derbasbûnê de divê civîneke awarte bi beşdariya tevahî hêzên siyasî yên sûriyeyî li Şamê were lidarxistin.

- Divê beşdariya jinan di pêvajoya siyasî çalak be.

- Serwet û çavkaniyên aborî milkê tevahî gelê Sûriyeyê ne, divê bi awayekî adilane li tevahî herêmên Sûriyeyê were belavkirin.

- Divê garantiya vegera niştecihên resen û koçberên ku bi darê zorê koçber bûne, were dayîn. Divê mîrasa wan a çandî were parastin û siyasetên guhertina demografiyê werin bidawîkirin.

- Li gel geşedanên li Sûriyeyê rû didin, em teqez dikin ku em ê şerê li dijî terorê bidomînin da ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst venegere. Ev yek jî dê bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî be.

- Divê dagirkerî bi dawî bibe, biryara diyarkirina siberoja xwe di destê gelê Sûriyeyê de be. Divê rêbeza cîrantiya baş were pêkanîn.

- Em rola avakar a dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî û tevahî hêzên navneteweyî yên çalak ên li Sûriyeyê pêşwazî dikin. Em bang li wan dikin ku roleke erênî û aktîf di pêşkêşkirina şêwiran, piştevaniya gelê Sûriyeyê, nêzîkirina nêrînên pêkhateyan de pêk bînin. Divê ev rol ji bo parastina ewlehî û rêgirtina li ber destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê de be."