Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê û ji bo herêmên bilind jî hişyariya aşûtê da.
Saziya Keşnasiyê ragihand ku li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hewa bi ewr e û ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.
Îro li parêzgehên Erzirom, Qers, Meletî, Wan, Mûş, Çewlîg, Dêrsim, Bedlîs, Erdexan, Xarpêt û Erzinganê berf dibare û pileyên germê di navbera 1-3 pileyan de dadikevin.
Her wiha li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê bi şevan pileyên germê heta bin sifirê bi 10 pileyan dadikevin.
Li parêzgehên Amed, Semsûr, Dîlok, Êlih, Mereş û Sêrtê jî berf û baran bi hevdû re dibarin û li parêzgehên Riha û Kilîsê jî baran dibare.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse