AMED – Mijara Şêx Seîd, di nava ÎYÎ Partiyê de bû sedema rageşiyan: 12 hezar û 750 kesî îstifa kir

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Amed Îstifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku parlamenter Salîm Ensarîoglu ji ÎYÎ Partiyê îstifa kir, 12 hezar û 750 endamên rêxistina ÎYÎ Partiyê yên Amedê jî ji partiya xwe îstifa kir.

Serokê ÎYÎ Partiyê yê Amedê Vacdîn Ensarîoglu bi daxuyaniyekê biryara îstifayê ragihand.

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu piştî ku ji ber axaftinên xwe yên derbarê Şêx Seîd de sewqî disiplînê hat kirin, wî jî ji partiya xwe îstifa kir.

Piştî Ensarîoglu, vê carê rêxistina ÎYÎ Partiyê ya Amedê ragihand ku bi serokê bajêr û navçeyan re, 12 hezar û 750 endamên ÎYÎ Partiyê yên Amedê îstifa kiriye.

Serokê ÎYÎ Partiyê yê Amedê Vacdîn Ensarîoglu û rêxistina navçe û bajêr têkildarî mijarê daxuyanî da.

Ensarîoglu diyar kir ku ew sala 1994an wekî Serokê Şaxa Ciwanan a Partiya Rêya Rast (DYP) dest bi siyasetê kiriye û da zanîn ku wî “feraseta polîtîkaya paqij” ji xwe re mînak girtiye.

Ensarîgolu got, “Sala 2018an, ez bûm serokê bajêr ê ÎYÎ Partiyê. Heta em gihêştin vê astê me gelek tişt derbas kirin.

Helwesta me ya demokratîk, hezkirina me ya dewlet û ala me ya netweyî diyar e.”

Ensarîoglu, kiryarên bêbingeh ên li ser medyaya civakî yên li hemberî M. Salim Ensarioglu şermezar kir û anî ziman ku ew li hemberî kampanyayên lîncê helwesteke bê tawîz nîşan didin.

“Partiya ku me dil dayê, tehemûla nêrînên azad nekiriye”

Serokê bajêr yê partiyê Vacdîn Ensarîoglu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Wezîrê me li hemberî heqaretên ku li Şêx Seîd têne kirin daxuyanî da. Di daxuyaniya wî de ti gotinên ku Komarê xira bike yan jî nîşaneyeke ya îxanetê nebû.

Ji bo ku di sedala 21emîn de em rêyeke nû ya ‘azad û serbixwe’ nîşanî gelê xwe bidin me dil da ÎYÎ Partiyê.

Lê vê partiyê tehemûla nêrînên azad û serbixwe nekiriye.

Li hemberî daxwaza Wezîrê me kampanyaya lîncê dane destpêkirin û em jî li hemberî vê helwestê ne.

Em dixwazin ji kesên ku tehemûl û rêza wan ji cenazeyan re jî tineye bêjin; Em di sedsala 21emîn de ne.

Li cihê ku mezinê me yê herêmê birêz Salîm Ensarîoglu lê nebe, bê guman em jî li wir namînin.

Ji ber van sedeman em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku em wekî rêxistina bajêr û navçeyê bi 12 hezar û 750 endamên xwe re îstifa dikin.”

“Em dê serbixwe berdewam bikin”

Li ser pirsa nûnerê Amedê yê Rûdawê Maşalah Dekak a “Hûn dê ji niha pê ve li kû derê siyasetê bimeşînin? got:

“Di eslê xwe de me her tim rêyên azad û demokratîk şopand. Em alîgirê edaletê bûn.

Ji îro pê ve jî em dê rêya azad û serbixwe hilbijêrin. Em dê bi hemû rêhevalên xwe re li ser rêya xwe berdewam bikin. Em dê rêya xwe ya serbixwe bişopînin.”

Vecdîn Ensarîoglu li ser pirsa ku ew dê di hilbijartinên herêmî de piştgiriya kîjan partiyê bikin got, "Hilbijêrên me dikarin bi vîna xwe ya azad dengê xwe bidin partiyekê yan jî namzetê ku jê bawer dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst