HSD: 4 şervanên me canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) ragihand ku 3 şervanên wan li herêma Dêrezorê û şervanekî jî li navçeya Zirganê ya Hesekê canê xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên xwe eşkera kirin.

HSDyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi rêyan hinek çekdaran hewl dide aramiya li herêmên wan bi taybet li Dêrazorê têk bide.

HSDyê ragihand ku dema bersivdana hewldana ketina çekdaran, 3 şervanên wan canê xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya HSDyê navên wan wiha ne:

Mihemed El Bedewî/Deham Fewaz El Himêdan, Osman /Muwefeq Xalid El Dirês, Ela Tebqa/Heykel Ehemd El Hemadî.

HSDyê herwiha da zanîn ku şervanê wan ê bi navê Ebdulcelîl Ebdulmuteleb El Mehemed El Îsa yê bi nasnavê Egîd Serêkaniyê li bajarokê Zirganê yê Hesekê canê xwe ji dest da.