Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji gelê Kuweytê re xwest

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Kuweyt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê sersaxî ji gelê Kuweytê re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sabah li ser Xê peyameke sersaxiyê pêşkêşî gel û serkirdayetiya Kuweytê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Ji bo koça dawî ya Şêx Newaf, ez sersaxiyên xwe pêşkêşî gel û serkirdayetiya welatê dost Kuweytê dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha got:

“Em li Herêma Kurdistana Îraqê di vê dema dijwar de hevparê xema welatê Kuweytê yê dost in.

Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku wî bi bihuşta xwe şad bike û sebrê bide her kesî.”

Serokê Encûmena Mîrnişîniyê Şêx Mihemed El-Abdulah ji televizyona fermî ya welatê xwe re nûçeya koça dawî ya Mîrê Kuweytê ragihand û diyar kir ku danê nîvro koça dawî kiriye.

Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sabah îro di 86 saliya xwe de koça dawî kir.

Çend demjimêran piştî koça dawî ya Şêx Newaf, televîzyona fermî ya Kuweytê Mîrê nû Şêx Mişel ku birayê Şêx Newaf e ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst