Neviyê Şêx Seîd: Bermahiyên şûrê Rûsan bûne bela!

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd Kasim Firat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat têkildarî heqaretên ku li Şêx Seîd têne kirin got, “Vê yekê baş bizanibin, ey neviyên îttîhatparêzan! Em dê li hemberî heqaret û bêrêziyên ku li hemberî vî gelî têne kirin rawestin.”

Nîqaşên piştî navlêkirina navê Şêx Seîdê Pîran li rêyeke parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê berdewam in.

Aliyên nîjadperest ên Tirkiyeyê piştî ku ev mijar hat rojevê, Rêberê Kurd Şêx Seîd dikin armanc û heqaretan li kesayeta wî dikin.

Neviyê rêberê Kurd Şêx Seîd ê bi navê Kasim Firat ku Serokê Komeleya Şêx Seîd e têkildarî nîqaşan daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

“Bermahiyên şûrê Rûsan bûne bela”

Daxuyaniya Kasim Firat wiha ye:

“Ev komên ku ji Împeretoriya Osmaniyan mane û bûne bela, bermahiyên şûrê Rûsan ên ji Balkan û Kafkasyayê hatine sirgûnkirin in.

Di eslê xwe de ti eleqeya van bi Tirkitiyê re nîne.

Êrişên wan ên bêehlaq ên li hemberî gelê Kurd ku xwecihê vê axê têne kirin nayê qebûlkirin.

Wan ji bo tinekirina gelê Kurd, bi Înglîzan re hevkarî kriye. Serhildana Şêx Seîd û rêhevalên wî li hemberî van polîtîkayên îmha û tinekirinê bû.

Tişta balkêş ew e ku têkoşîna serxwebûnê di sala 1919an de dest pê kir û di nava salekê de bi ser ket, ev jî nîşan dide ku ev projeyek bû.

Şêx Seîd û rêhevalên wî bi can û hebûna xwe ve berxwedaneke mezin dan û mîrateyeke mezin ji gelê Kurd re hiştiye.

Girîng e ku îro di nav civaka Kurd de hinek îdeolojîyên Marksîst, Lîberal, Misilman, ne Misilman û heta hinek îdeolojîyên ku mirov dikare radîkal bihesibîne piştgiriya Şêx Seîd Efendî û hevalên wî dikin û xwedî helwesteke girîng in.

Vê yekê baş bizanibin, ey neviyên îttîhatparêzan! Em dê li hemberî heqaret û bêrêziyên ku li hemberî vî gelî têne kirin rawestin.”

Firat di dawiya axaftina xwe de ev gotinên Şêx Seîd bi bîr xist:

“Ez niha xatir ji vê jiyana dixwazim. Ez ne poşmanim ku ji bo gelê xwe dibim qurbanî lê bila neviyên min, li hemberî dijmin min nedin şermê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst