Li Amedê 25 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 25 kes bi tohmeta diziyê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê li Amedê komeke analîzê ya taybet ava kir da ku gumanbarên ku îsal di demên cuda de ji mal û kargehan dizî kirine nas bike.

Hêzên ewlehiyê bi lêkolîna dîmenên kamerayê gumanbarên dizî kirine tespît kirin.

Di operasyona ku bi navê "Album" hate lidarxistin de 25 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî îfadeyên gumanbaran ên li qereqolê ew şandin dadgehê.

Gumanbarekî bi deqa (tattoo) li ser milê xwe, xwe da dest.

Gumanbar di îfadeya xwe de îdia kir ku wî tiştekî wisa nekiriye lê piştî ku deqa li ser milê wî di dîmenan de xuya bû li xwe mikur hat.