Li Kilisê erd herifî û 2 karkeran canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Musabeylî ya ser bi parêzgeha Kilisê ya Bakurê Kurdistanê di dema kar û xebata çêkirina xeta ava vexwarinê de erd herifî  û di encamê de 2 karkeran canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan îro Înê 16ê Kanûna 2022ê li navçeya Musabeyli ser bi parêzgeha Kilisê di dema çêkirina xeta ava vexwarinê de erd herifî û di encamê de 2 karker di bin axê de man.

Li ser agahdarkirinê tîmên peywendîdar çûne cihê bûyerê û piştî kar û xebatê her du karker hatine rizgarkirin û bo nexxweşxaneyê hatine veguhestin.

Hat ragihandin ku tevî hemû midexaleyan her du karkeran canê xwe ji dest dane.