Galeriya wêneyan

16-12-2022
10 Photos
Abdulselam Akinci

Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin îro bi fermî dîtina petrolê li Çiyayê Gabarê ragihand û diyar kir, 5 bîrên petrolê li deverê amade ne û kar li ser bîra şeşan jî tê kirin. Osman Bilgin got, ji wan bîrên petrolê niha 5300 bermîên petrolê di rojekê de tê berhemanîn û di plana wan de heye ku sala bê rêjeya berhemanînê zêde bikin.

Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin îro Înê 16ê Kanûna 2022an ligel şandeke Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê serdana bîrên petrolê yên li gundê Dara li quntara Çiyayê Gabarê kir.

Li sînorê parêzgeha Şirnexê û bi taybet Çiyayê Gabarê, ji sala 2020an ve lêgerîna petrolê li wê navçeyê dest pê kiriye û di sala 2021an de yekemîn bîra petrolê li wê herêmê hat dîtin.

Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin diyar kir, wan plan kiriye ji bo sala bê berhemanîna petrolê li Şirnexê bighînin 25 hezar bermîlan di rojekê de.