Îro bi fermî dîtina petrolê li Çiyayê Gabarê tê ragihandin

16-12-2022
RÛDAW
Gundê Dara li parêzgeha Şirnexê ku petrol lê hatiye dîtin.
Gundê Dara li parêzgeha Şirnexê ku petrol lê hatiye dîtin.
Nîşan Şirnex Çiyayê Gabarê Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Şirnexê û lijneyeke Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê îro serdana Çiyayê Gabarê dikin ku bi buhayê 12 milyar dolarî yedeka petrolê lê hatiye dîtin.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî çûye gundê Dara ku dikeve rojavayê Şirnexê û 20 kîlometran ji bajêr dûr e û dibêje, li gundê Darayê yedekeke mezin a petrolê lê hatiye dîtin k nêzî 1,5 milyon bermîl e.

Gundê Dara dikeve quntara Çiyayê Gabarê ku ji parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê destpê dike û heta ber bi sînorê Herêma Kurdistanê ve dirêj dibe.

Nûçegihanê Rûdawê dibêje, ji sala 2020an ve lêgerîna petrolê li wê navçeyê dest pê kiriye û di sala 2021an de yekemîn bîra petrolê li wê herêmê hat dîtin.

Proseya lêgerînê ji bo dîtina petrolê li Şirnexê û Çiyayê Gabarê berdewam bû û berî çend rojan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku wan yedekeke mezin a petrolê li Tirkiyê dîtiye.

Îro piştî nîvro Parêzgarê Şirnexê ligel komîteyeke Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê û kompaniyên petrolê yên ku li herêmê dixebitin, bi hev re diçin Çiyayê Gabarê û bi fermî dîtina yedeka petroê radigihînin.

Niha li aliyekî hem lêgerîna bo dîtina petrolê li herêmê berdewam e û hem berhemanîna petrolê ji 4 bîrên petrolê yên li herêmê ku rêjeya berhemanîna wê digihe 6,000 bermîlan di rojekê de.

Nûçegihanê Rûdawê dibêje, ji ber ku herêm bi çavkaniyên xwe yên xwezayî gelek dewlemend e, hikûmeta Tirkiyê plan dike ku hejmara bîrên petrolê zêde bike û di rojekê de zêdetir ji 20,000 bermîlên petrolê bê derxistin.

Roja 13ê vê mehê, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihandibû, yedeka petrola ku li Şirnexê hatiye dîtin, 150 milyon dolar û yek ji 10 mezintirîn keşfên sala 2022 tê hesibandin ku petrola têde li gor nirxê rojê dike 12 milyar dolar.

Ew demek e ku Tirkiyê dest bi kampîneke mezin a lêgerîna li pey petrolê li Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Dîlok û Edene û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst