Baroya Amedê derbarê sansura ATV ya Kurdî de gilî tomar kir

16-12-2022
RÛDAW
Nîşan Baroya Amedê Sansurkirina Kurdî Esra Erol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Ameda bakurê Kurdistanê di derbarê sansokirina zimanê Kurdî di Televîzyoneke Tikiyê de skala tomar kir. Baroya Amedê diyar kir ji ber ku di bernameya Esra Erol de zimanê Kurdî hatiye sansûrkirin bi hinceta cûdakariyê wan skala tomar kiriye.

Baroya Amedê ragihand ku Wan li gorî madeya 216 ya destûra Tirkiyê ew skala tomar kiriye.

Di bernameya magazinê ya bi navê “Esra Erol” a televîzyona ATV de ku naveroka wê pirsgirêkên malbatî ye, keçeke Kurd a bi navê Gulay, ku ji mala xwe reviyabû bû mêvanê bernameyê bû. Dayik û bavê Gulayê jî ji bo dîtina wê çûn bernameyê, lê ji ber ku dayika wê Besime Tirkî nizanibû, bi keça xwe re bi Kurdî axifî. Axaftinên Besime yên Kurdî piştî destpêkê ji aliyê televîzyonê ve hatin birîn.

Baroya Amedê jî ragihand, ev sansorkirna ziman e û kiryareke nejadperestane ye li dijî zimanê Kurdî, lewra wan gilî tomar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst