Mûnzûr Çem li Çewligê hat veşartin

16-12-2022
Ali Haydar Gozlu
Mûnzûr Çem li Çewligê hat veşartin
Mûnzûr Çem li Çewligê hat veşartin
Nîşan Mûnzûr Çem Çewlig
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Lêkolîner û nivîskarê Kurd Mûnzûr Çem (Huseyin Beysulen) ku li Almanyayê koça dawî kir, li gundê Şeter a Çewlig a Bakurê Kurdistanê hate veşartin.

Mûnzûr Çem ê ku di 77 saliya xwe de li Berlîn a Almanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin koça dawî kir, piştî merasîma li Cemxaneya Berlînê ji bo ku were veşartin anîn gundê Şeterê yê navçeya Xorxol a Çewligê.

Tevî malbat û hezkiriyên wî, rêveberên alî û partiyên wek PAK, PSK, HAK-PAR, HDP û TDK-TEVGERê jî beşdarî merasîma cenazeyê bûn.

Di merasîma cenaze ya li Cemxaneya Seterê li ser jiyana Mûnzûr Çem partiyên siyasî û hevalên wî axaftin kirin.

Hevalên wî anîn ziman ku Mûnzûr Çem ji bo ziman û dîroka Kurdan kedeke girîng daye û hewl daye Kurdan bigihîne hev, hevalên wî gotin ku şûna Mûnzûr Çem nayê dagirtin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan ji Rûdawê re diyar kir ku Mûnzûr Çem ji bo Kurdan windahiyeke mezin e û got, “Dibe ku îro Mûnzûr Çem wek fîzîkî canê xwe ji dest dabe lê fikr û ramanên wî li cem me mane. Mûnzûr Çem hemû jiyana xwe ji bo çanda Kurdî, doza Kurdistanê û zimanê xwe yê zikmakî terxan kir. Erka me parastina mîrateya wî ye. Heger em li mîrateya ku wî ji me re hiştiye xwedî derkevin, ez bawer dikim ku Mûnzûr Çem dê bi aramî raze. Serê gelê Kurd sax be.”

Birayê Mûnzûr Çem ê mezin Hasan Beysulen jî anî ziman, “Mûnzûr mirovekî pir baş, zimanzan, nivîskar, lêkolîner û mirovekî pir baş bû. Wî qet xerabî nedixwestin, ew ne bi çekan re bû. Çeka wî pênûsa wî bû, ew alîgirê ji holê rakirina çekan bû. Ew ji xeynî Dêrsimê çû serdana cihên ku Kurd lê dijîn, li deverên din li Iraq û Îranê. Ji bo Dêrsimê kedeke mezin da.”

Berdevkê TDK-TEVGERê Yusuf Aydin ê jî got, “Mûnzûr kesekî Kurd û Kurdistanî, rewşenbîr, civaknas û zimanzan bû. Lê rewşenbîrên miletekî bindest ên ku ne xwedî dewlet in mecbûr in ku siyasetê bikin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Hasan Dagtekin jî got, “47 sal in min ew nas dikir. Di warê siyasî de xizmetên girîng kirin. Xebata wî tenê bi siyasetê re sînordar nebû. Ji bo pêşxistina çanda Kurd û Kurdistanê xizmetên mezin kir, ji bo çand û zimanê xwe xebitî. Di salên 1970yî de nivîsên wî bi nasnavê Ahmet Taş di kovara Rêya Azadiyê de hatin weşandin. Li ser aborî û çanda Kurdî gelek gotar weşandin.”

Cenazeyê Mûnzûr Çem piştî dûayên bi Kurdî ber bi goristana malbatê ve hate birin û li wir hate veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst