Li Çiyayê Gabarê rezerveke petrolê ya dewlemend hate dîtin

16-12-2022
Abdulselam Akinci
Li Çiyayê Gabarê rezerveke petrolê ya dewlemend hate dîtin
Li Çiyayê Gabarê rezerveke petrolê ya dewlemend hate dîtin
Nîşan Çiyayê Gabarê Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê li gundê Dara ango bi navê Tirkî li Akçayê yêdekeke nû û dewlemend a petrolê hat keşfkirin. Li gor Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê rezerva vê yêdekê 150 milyon bermîl e ku li gor wezaretê di 2022an de di encama lêgerîna petrolê ya di bêjayî de yêdeka herî dewlemend ev yêdeka ye ku nirxê wî 12 milyar dolarê Amerîkî ye.

Bi ser Şirnexê ve li Çiyayê Gabarê bîrên petrolê ne. Li vê herêma ku bi salan bû ji ber şer û pevçûnan gund hatibûn valakirin dengê çekan olan didan vê carê li gel bêhna petrolê li gelî û newalên Gabarê dengê sondajên neftê bilind dibin.

Li Çiyayê Gabarê li gundê Dara ku ji 2021an vir ve di 5 bîrên çalak de rojane nêzîkî 6 hezar bermîl petrol têne derxistin, yedekeke nû ya petrolê hat keşfkirin ku ev yêdek 150 milyon bermîl e û nirxê wê 12 milyar dolarê Amerîkî ye. Parêzgarê Şirnexê Osman Bîlgîn bi şanda pê re li Gabarê li yêdeka dewlemend daxuyaniyek da çapemeniyê.

Parêzgarê Şirnexê Osman Bîlgîn got, “Li Tirkiyê cara yekem e di vê kalîteyê de keşf hatiye kirin. Îsal pêş tenê li vê herêma Gabarê 12 bîr dê werin vekirin. Li Şirnexê li Çiyayê Kato, li Silopî, li Cûdî, li Hezexê xebata ji bo vekirina bîran cûda dewam dike. Îsal piştî zêdebûna bîran em ê hilberîna rojane derxin 25 hezar bermîlan. Bi van amaran aboriya vê heremê dê biguhere. Di sosyolojiya bajêr de gelek guherîn dê çebin. Xebatên rêyan, xebatên ji bo jêrzemînan, xebatên avedankirinê dê zêde bibin. Ji niha ve em 22 gundên ku li Gabarê valakirîbûn careke din vedikin. Êdî Êlih ne rikeberê me ye. Ji xwe ku me hilberîna rojane derxist 25 hezar bermîlan li heremê em dibin qada herî mezin a hilberîna petrolê.”

Şênîyên heremê jî ji ber dîtina petrolê a di erdê xwe de kêfxweş in û ew bi dîtina vê petrolê daxwaza dawî lêhatina pirsgirêkên xwe yên aboriyê dikin.

Mixtarê Gundê Dara Remezan Yilmaz got, “Me wextekê çandinîya genim dikir lê me nizanibû ku di binê me de behra neftê heye. Wê çaxê av jî dernediket li vir lê niha petrol derdikeve. Em gelek pê kêfxweş bûne. Înşelah wê faydeyekê bide memleketê me. Gencên me ji vir diçin Manisayê, diçin Stenbolê, Enqerê di înşaatan de dişixulin, weke karkerên demsalî dişixulin. Di şûna ku ew herin derve li vir deriyeke kar ji wan re were vekirin wê baş be.”

Şêniya Gundê Dara Xecîce Yilmaz anî ziman, “Petrol hatiye dîtin divê hemû zarokên me ji xwe re bikevin kar. Gundên me ava bibin xweş bibin.”

Şêniyê Gundê Dara Ehmed Yilmaz got, “Tiştek gelek baş e. Divê rê û rêbarên me mizgeftên me, mala teziyê ji me re çebibin, rêyên me xweş bibin. Divê ciwanên me neçin li bajarên Tirkan nexebitin li vir bikevin kar ku derfeta kar li vir hebe divê ew ji bo xebatê neçin dereke din. Em vê ji dewleta xwe dixwazin.”

Şêniya Gundê Dara Esmer Yilmaz got, “Em kêfxweş in bi derketina petrolê. Gundê me ava dibin. Mektebên me ji nû ve vedibin.”

Di halê heyî de li tevahîya Tirkiyê di 1200 bîran de rojane 65 hezar bermîl petrol tê derxistin li Şirnexê bi keşfa yedeka nû ya petrolê hedef ew e ku hilberîna petrolê rojane derkeve 100 hezar bermîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst