Huseyîn Çelîk: Modela rêveberiya herêmî ya Kurdî li Iraqê ne li gorî Tirkiyê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji damezrînerên AK Partiyê Huseyîn Çelîk ji Rûdawê re got, “Rewşa Tirkiyê ne li gorî Iraqê ye, rewşa Iraqê jî ne li gorî Tirkiyê ye. Ji sedî 90ê Kurdên Iraqê li Bakurê Iraqê ku di bin serweriya Rêveberiya Herêmî ya Kurdî de ye, kom bûne. Lê ji sê paran duyê Kurdên Tirkiyê li derveyî Rojhilat û Başûrê Rojhilat dijîn. Stenbol bajarê Kurdan ê herî mezin ê Tirkiyê ye. Li Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edeneyê dijîn. Ji Hatayê dest pê dike heta Muglayê û ji wir jî heta Stenbolê nifûseke girîng a Kurdan li herêmên peravê dijîn. Loma modela rêveberiya herêmî ya Kurd li Iraqê ne li gorî Tirkiyê ye.”

Yek ji damezrînerên AK Partiyê û Wezîrê berê yê Perwerdeyê Prof. Dr. Huseyîn Çelîk qedexeya siyasetê û 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê yê ku bi ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu de hate sepandin rexne kiribû.

Çelîk li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got, “Cezaya ku ji bo Ekrem Îmamoglu hatiye dayîn xirabiya herî mezin a li hikûmeta AK Partiyê hatiye kirin e. Çi ferq di navbera vê cezayê û yê di sala 1998an Serokê Şaredariya Stenbolê yê wê demê Erdogan hatiye dayîn de heye? Hewldana destkariya artêş û darazê ya ji bo siyasetê her tim ne baş bûye. Ev biryar tenê muxalefetê dike yek.”

Huseyîn Çelîk ê ku beşdarî bultena Hevîdar Zana ya Rûdaw TVyê bû û derbarê mijarên rojevê û biryara Ekrem Îmamogle de axivî û got, “Bêhiqûqî li kê bê kirin, Tirk be, Kurd be, Misilman be, heger hûn neparêzin, divê hûn ji însaniyeta xwe gumanê bikin.”

Huseyîn Çelîk got, “Tirkiye goristana partiyên ku hatine girtin e. Dema partî hatin girtin, qedexeyên siyasî li ser endamên wan partiyan jî hatin sepandin. Ev ne rast û ne jî bi edalet e. Tirkiye xwedî rabirdûyeke pir xerab e di vê mijarê de.”

“Ji bo dadgeriyê siyasetê bike hewldaneke pûç e”

Huseyîn Çelîk her wiha got, “Ji Suleyman Demirel re qedexe kirin, hat û bû serokomar. Ecevît hat qedexekirin, hat û bû serokwezîr. Birêz Tayyîp Erdogan hat qedexekirin, bû serokwezîr û niha jî serokkomar e. Tecrûbeyên berê nîşanî me dan ku ji bo dadgeriyê hewldaneke bêwate ye ku siyasetê bimeşîne. Ne tenê xeletiya li Ekrem Îmamoglu hatiye kirin, erka min a însanî ye ku ji kê re jî were kirin heman bertekê nîşan bidim.”

“Hevkariya AK Partiyê ya bi MHPê ra ew lawaz kir”

Çelîk pirsa li ser jidestdana dengên AK Partiyê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê wiha bersivand, “Îro li Tirkiyê pirsgirêkên aborî hene. Min ev ne tenê ji we re, ji televîzyonên Tirkiyê re jî got. Hevkariya AK Partiyê ya bi MHPê re û şirîkatiya wê bi partiyeke ku siyasetê li ser esasê nijad û etnîkê dike, AK Partiyê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyê lawaz kir. Di nav Kurdên li bajarên mezin de dijîn, xeyîdînek çêkiriye.”

Operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê

Çelik li ser pirsa operasyona muhtemel a Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman, “Kurdên bakurê Sûriyê yan Kurdên Sûriyê, gelekî sitemlêbûyî ne. Gelek salan rejîma Esed, ango rejîma Beis jiyana Kurdên Sûriyê kiribû zindan. Piraniya wan jî, nasnameya wan a vî welatî jî nebû, ango ne hevwelatî bûn. Aniha li Sûriyê, rewşeke gelekî aloz û necîgir lidar e. Nuseyrî aniha piştgiriya Beşar Esed dikin. Erebên Sunne jî ligel Artêşa Azad a Sûriyê ne. Bi rastî pêwîst e Kurd jî tiştekî ji bo paşeroja xwe bikin.”

Çelik anî ziman, “Bi rastî ez behsa wan kesan nakim ku bûne paşkoya PKKê û ligel PKKê çekan hildigirin. Ez behsa welatiyên asayî yên Kurdên bakurê Sûriyê dikim, mafê wan heye jiyaneke wan a asayî û aram hebe û aştî li navçeyên wan bê bicihkirin. Lê dema ji bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê, êrîş li ser xaka Tirkiyê têne kirin, bi rastî mafê Tirkiyê ye bersiva wan êrîşan bide. Tiştê li vê derê mebesta min e, tekez dikim, bi ti awayî ez ne ligel wê şirove û nirxandinê me ku hemû Kurdên Sûriyê piştgir û alîgirên PKKê bin, ev şaştî ye û ne rast e, û sitem e li wan tê kirin.”

“Mafê gelê Kurd e ku pêşeroja xwe diyar bike”

Çelik got, “Gelê Kurd ê ku li Sûriyê jiyana xwe ya asayî ya rojane dijîn, mafê diyarkirina pêşeroja xwe heye, mîna gelên din ên Sûriyê mafê wan e ku azad û wekhev bijîn. Ez hewldanên wan ên ji bo vê yekê rêzdar dibînim lê ez careke din teqez dikim. Ez kesên ku bi endamên terorîst re ne cuda digirim.”

Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê

Li ser pirsa peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê jî Çelîk got, “Dibe ku peywendiyên weke berê ne xurt û germ bin lê ez di wê baweriyê de me ku sarbûna dema Referandûmê hinekî kêm bûye. Ez wisa dibînim ku kesên li Kurdistana Iraqê xizmên hevwelatiyên me ne, lewma jî xizmên Tirkiyê ne. Em ji sedî 70 bazirganiya xwe bi Iraqê re bi rêya Hikûmeta Herêma Bakurê Iraqê re dikin.”

"Modela rêveberiya herêmî ya Kurdî li Iraqê ne li gorî Tirkiyê ye"

Çelik li ser pirsa “Iraq hebûna Kurdan weke gel qebûl dike û erdnîgariya Kurdistanê qebûl dike. Tirkiye dikare modela Iraqê ji bo çareseriya Pirsa Kurd esas bigire?’’ jî got, “Beriya ku Tirkiye ava bibe, navê vê herêmê li ser nexşeya Osmaniyan Kurdistan bû. Lê peyv bi demê re maneyê werdigirin an winda dikin. Cih û modela her welatekî cuda ye. Rewşa Tirkiyê ne li gorî Iraqê ye, rewşa Iraqê jî ne li gorî Tirkiyê ye. Ji sedî 90ê Kurdên Iraqê li Bakurê Iraqê ku di bin serweriya Rêveberiya Herêmî ya Kurdî de ye, kom bûne. Lê ji sê paran duyê Kurdên Tirkiyê li derveyî Rojhilat û Başûrê Rojhilat dijîn. Stenbol bajarê Kurdan ê herî mezin ê Tirkiyê ye. Li Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edeneyê dijîn. Ji Hatayê dest pê dike heta Muglayê û ji wir jî heta Stenbolê nifûseke girîng a Kurdan li herêmên peravê dijîn. Loma modela rêveberiya herêmî ya Kurd li Iraqê ne li gorî Tirkiyê ye.”