Hewlêr (Rûdaw) - Efşîn Îsmaîl Qadirzade ku ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, wek kurtirtirîn mirovê cîhanê ketiye nav Pirtûka Rekoran a Guinnessê. Afşîn ji rekora berê ya cîhanê heft santîmetre kurttir e. Efşînê temenê wî 20 sal in.
Cotemeha îsal mêrê herî kurt ê cîhanê Efşîn Qadirzade yê 20 salî, bi dayik û bavê xwe re serdana navendeke pîvankirinê yê li bajarê Tehranê kirin.
Armanca wan ew bû, bi rêya tomara Guinnessê kurê xwe bi cîhanê binasînin.
Efşîn Qadirzade xelkê bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Mêrê herî kurt ê cîhanê Efşîn Qadirzade got, “Ez Efşîn Qadirzade me, xelkê Bokanê me, 22 salî me.”
Piştî du mehan, Efşîn bo nivîsîngeha tomara Guinnessê li Dubey hat vexwendin û 3 caran bejna wî hat pîvan.
Pîvankar Kenzi El Defrawi anî ziman, “Du pîvankirin mane, yek li demjimêr 3ê paşnîvro û yek jî li demjimêr 9ê şevê. Êdî em dikarin encama dawî ragihînin.”
Efşîn piştî pîvankirinên xwe, xwe ji bo wergirtina nasnavê xwe amade dike û serdana berber û terzî jî kir.
Terzî got, “Ew dikeve dîrokê û min jî li gel xwe dibe.”
Piştî du mehan, Efşîn bo nivîsîngeha tomara Guinnessê li Dubaiyê hat vexwendin û 3 caran bejna wî hat pîvan. Bejna Efşîn 65.24 santîmetre bû ku bi vê awayî navê wî wek mêrê herî kurt ê cîhanê hat tomarkirin.
Li cîhanê kesên herî dirêj û herî kurt #Kurd in
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 16, 2022
Sultan Kosen: 251 cm, Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê
Efşîn Qadirzade: 65,24 cm, Bokan a Rojhilatê Kurdistanê #sultankosen pic.twitter.com/wqzD4dForj
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse