Li Amedê teqîn: 9 polîs birîndar bûn

16-12-2022
RÛDAW
Nîşan Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqîn çêbû û di encamê de 9 polîs birîndar bûn.

Li gor agahiyan li bajarê Amedê îro Înê 16ê Kanûna 2022ê demjimêr 05:10 xûlekan de li ser rêya Mêrdîn û Amedê nêzîka Bazara Ajelan di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînek çêbû û di encam de 9 polîs birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê hejmarek zêde tîmên tendirûstiyê û hêzên emnî çûne cihê bûyerê û 9 polîsên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê bûyerê de peyamek belav kiriye û dibêje: "Li Diyarbekirê dema polîsên me bo karê xwe diçûn demjimêr 05:10an otomobîleke rawestiyayî bi wesayîta wan ve teqiyaye. Polîsên me yên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tên dermankirin."

Herwiha Soylu ragihandiye ku 2 kes bi tohmeta vê teqînê hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e.

Daxuyaniya Parêzgariya Amedê

Parêzgariya Amedê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku 9 kes birîndar bûne.

Parêzgariya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje "roja 16.12.2022an demjimêr 05:10an de dema derbasbûna minibusa hêzên ewlehiyê wesayîta ku li kêla rê hatiye parkkirin hatiye teqandin êrişeke terorîstî pêk hatiye."

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê 9 kesên ku di minibusa zirxî ya polîsan de bûne ji bo kontrolê rakirine nexweşxaneyan û ti metirsiya jiyanî li ser wan tineye.

Di heman daxuyaniyê hat ragihandin ku di derbarê mijarê de 2 kes hatine desteserkirin

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst