Kevirên Sûra Amedê bi aşkere tên dizîn

16-12-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Ev demek e ku kevirên Sûra dîrokî ya Amedê bi aşkere tên firotin û saziyên hikûmetê bêdeng in.
Ev demek e ku kevirên Sûra dîrokî ya Amedê bi aşkere tên firotin û saziyên hikûmetê bêdeng in.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Sûra Amedê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Sûr û bircên Amedê ku di cîhanê de yek ji dirêjtirîn şûnwarê dîrokî li cîhanê ye, ji ber bêxwedîtiyê niha bi metirsiya tunebûnê re rûbirû ye. Ev demek e ku pirsa jêkirin û firotina kevirên dîwarên Sûra Amedê careke din bûye rojev.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê diyardeya jêkirin û firotina kevirên Sûra Amedê derketiye ‎holê. Xelkê Amedê nîgeran in û di wê baweriyê de ne ku eger rê li ber vê diyardeyê neyê girtin, wê ‎demê dê wêrankariyeke mezin li pey bê.

Sûra Amedê tevî ku di Lîsteya Daîmî ya Kelepûrên UNESCOyê de ye, bûye armanca ‎talankirinê û ji aliyê kesên nenaskirî ve kevirên wê bi şev tên dizîn.

Kevirên 5 hezar salî yên Sûra Amedê ku remzên şaristaniyên dîrokî lê neqşandî ne ji aliyê kesên nediyar ve têne jêkirin û li bazaran bi buhayeke erzan têne firotin.

Akademîsyen, Azîz Yagan dibêje, rûxandina Sûra Amedê di van demên dawiyê ne rûxandinekî asayî û xwezayî ye û diyar dike: “Weke ku hûn jî dibînin ev rûxandineke ne xwezayî ye, bi awayeke aşkere xûya dike ku kevirên dîrokî ji dîwarên Sûrê têne qutkirin û têne dizîn.”

Di pêvajoya şerê li 6 taxên Sûrê de wek sûrên Kelha Amedê 720 xaniyên ku ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarsaziyê ve wek xaniyên dîrokî hatibûne pesendkirin, ji nav çûbûn, niha kevirên wan xaniyên dîrokî û Sûra Amedê li bazarekî qerexa çemê Dîcleyleyê bi awayekî ne yasayî têne firotin.

Ev wêne jî ji aliyê rojnamevan Lezgîn Akdenîz ve bi dizî li wê bazarê hatine kişandin, Akdenîz bêyî ku bêje ez rojnamevan im wek mişteriyê keviran çû bi wan re bazara keviran kir û tenê karî van her du wêneyan li wê bazarê bikşîne.

Rojnamevan, Lezgîn Akdenîz ji Rûdawê re ragihand: “Min xwe wek avahîsaz û kiryarek bi wan bazirganan da naskirin û wana hat bi meşîneya xwe min birin wê bazarê, ew bazar li qeraxa çemê Dîcleyê li ser rêgeha Mêrdînê bû, bi kamyonan ber û kevirên dîrokî hebûn  li wê derê, kamyonek kevir bi 8 hezar lîreyê difrotin, bi awayekî xefkirî min wêneyê wê derê kişand.”

Dizîya kevirên Sûra Amedê herwisa metirsîyeke zêde jî li ser jiyana şêniyên ber bedena Amedê dike; ji ber ku kevir ji bin têne dizîn û ev yek jî egera metirsiya rûxandinê zêde dike.

Remezan Sazan ji şêniyên Sûrê dibêje: “Em ji xwe û zarokên xwe gelek ditirsin ku kevir bi ser me de bikeve.”

Xêriye Yilmaz nîşteciheka din a Sûrê ye û ew jî dibêje: “Zarokên me li ber Sûra Amedê dilîzin û gelek caran kevir bi ser wan de tên.”

Mistefa Eryilmaz zarokekî ji Sûrê ye ku behsa herifîna dîwarên Sûra Amedê dike. Ew dibêje: “Ez û hevalên xwe em her tim li ber Sûrê dilîzin, dîwarên Sûrê êdî hema ji ber xwe ve tê xwarê, heke tiştek bi me were ewê hesabê wê kê bide.”

Sûra Amedê di sala 2015 an de ji aliyê saziya Navdewletî UNESCOyê ve wek mîrateyeke mirovahiyê li lîsteya çand û mîrateyên cîhanê hatibû zêdekirin; gelo UNESCO çima bêdeng e yan jî berpirsyariya parastina van şûnwaran ya UNESCOyê ye?

Serokê Jûra Avahîsazên Amedê, Şerefxan Aydin di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: “Berpirsyariya parastina Sûrê ne di bin erka UNESCOyê de ye, li gor rêziknameya UNESCOyê divê şûnwarên ku ji aliyê wê ve bûne mîrateyên mirovahiyê ji aliyê wan dewletan ve bêne parastin; ev dide nîşandan ku divê Sûr û Bircên Amedê ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve bi destê parêzgariyan werine parastin.”

Diziya kevirên Sûra Amedê piştî salan niha li rojeva parlamentoya Tirkiyê ye jî, HDPê di vê babetê de pirsyarnameyek amade kir û ji bo bersivdayînê radestê 2 wezîrên hukumeta wî welatî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst