HESKÎF - Mizgefta 609 salî ji cihê wê hat barkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Mizgefta Er Rizqê ya 609 salî ya li navçeya Heskîf a Êliha Bakurê Kurdistanê bo Qada Parka Çandê ya nû hatibû avakirin, veguhestin.

Bi temamkirina projeya HESê û Bendava Ilisuyê ya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) berhemên dîrokî ji qadê tên barkirin. Di vê çarçoveyê de Mizgefta Er Rizqê ya 609 salî ku 1700 ton e, ji qada bendavê bo Qada Parka Çandê ya li Hesenkêfa hat barkirin.

Mizgeft li platforma 256 tekirên wê hene ya moduler kirin û birin cihê wê yê nû. 

Bi projeyê a cara ewil par Tirbeya Zeynel Begê hatibû barkirin. Tirbe ji qada bendavê hildabûn û biribûn Qada Parka Çandê ya li Heskîfa nû. Piştî tirbeyê zawiye û Turbeya Îmam Ebdillah, minareya Mizgefta Silman Xanê, pireya kevirîn, beşeke kaniyê, Mizgefta Qîzan, Hemama Artûqiyan, Deriyê Navîn ê Kelha Heskîfê û minareya Mizgefta Er Rizqê jî bi heman rêyê hatibûn barkirin.

Cihê nû 4 hezar û 670 metre dûrî cihê kevn e.

Piştî bicîkirina mizgeftê dê ji wan kevirên minareyê dîsa minareyê bi hema awayî ava bikin. Mizgefta Er Rizqê di salên 1400î de bi destê Silêman Begê Melîkê Eyyûbiyan hatiye avakirin.

Tê gotin ku navçeya Heskîf dê di meha sibata 2020an de di binê avê de bimîne.