Fermanber û karkerên 14 bajaran li Amedê ji Tirkiyê daxwaza mûçeyên xwe kirin

Amed (Rûdaw) - Karker û karmendên ku ji mûçeyên xwe, ji qeyrana aborî û siyasî aciz in, li bajarê Amedê li dijî hejarî û bêkariyê mitîngek li dar xistin. Karker û fermanberên ji 14 bajarên Bakurê Kurdistanê tevli mitînga Amedê bûn û xwestin dewlet mûçeyê wan zêde bike.

 

Karker û karmendên 10 sendîkayên di bin banê Konfederasyona Sendîkayên Cemaweriyê KESK'ê de, li Amedê mitîngek bi navê "Li dijî hejarî û bêkariyê têbikoşe" li dar xist.

 

Ji 14 bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran karmend ango fermanber tevli vê mitîngê bûn. Rêveberên KESK'ê bal kişandin ku li Tirkiyeyê qeyraneke aborî û siyasî heye û li hemberî enflasyon û dowîzê ji sedî 30 mûçeyên wan heliyane.

 

Serokê Giştî yê KESK'ê, Mehmet Bozgeyîk ji Rûdawê re ragihand:Em kedkarên cemaweriyê ji bo başkirina aboriya karker û karmendan li Amedê mitînga xwe ya çaremîn li dar dixin. Em dixwazin mûçeyeke li gorî standardên mirovîn bidin karkeran. Li vî welatî qeyraneke aborî û siyasî heye. Lê me ev qeyran çênekiriye. Yên ku vî welatî bi rê ve dibin ev qeyran çêkirin. Ji ber vê yekê jî kê ev qeyran derxistiye divê bedêla wê jî ew bidin”.

 

Li tevahiya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hejmara bêkaran ji 3 milyonî zêdetir e. Rêjeya herî zêde ya bêkariyê jî li bajarên kurdan in. Di nava 3 salan de 125 hezar kes ji karên xwe hatin dûrxistin. Di nava van de 5 hezar akademîsyen û endamên KESK'ê jî hene.

 

 Karmendê îxraçkirî, Mehmet Atlihan got: “Em stûyê xwe xwar bikin dê tiştên din jî ji me bixwazin. Ji ber vê yekê me stûyê xwe xwar nekir”.

 

Karmenda bi navê Berfîn Atay jî got: “Ji bo ku li dijî qeyrana aboriyê têbikoşin, ji bo ku em fatoreya vê qeyranê qebûl nekin, ji bo xwedî li kedkaran derkevin em li vir in”.

 

Mamoste, Yilmaz Guneş jî diyar kir: “Divê êdî hemû beşên civakê rabin dengê xwe bilind bikin”.

 

Di serî de parlamenterên HDP'ê, gelek rêveberên DBP'ê û CHP'ê jî di mitîngê de amade bûn. Heta ku hunermend  Rojda derkete ser dikê jî coş û kelecana qadê gelek kêm bû. Li bi hatina Rojdayê re, qada ji ber sermayê qerisî bû, bi govend û dîlanê germ bû.