Asayişa Silêmaniyê: 5 kes ji ber madeyên hişber hatin sizadan

16-12-2018
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa parêzgeha Silêmaniyê sizada 5 kesan li ser kirîn û firotin û bikaranîna madeyên hişber ragihand.

 

Yek ji wan kesên ku hatiye cezakirin, jineke 23 salî ye ku bi 8 meh girtin û 450 hezar dînaran sizaya darayî hatiye cezakirin.

 

Di daxuyaniya Asayişa Silêmaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku di rojên 28/3/2018 heya 13/8/2018ê bi biryara dozgeriyê li parêzgeha Silêmaniyê, hêzên polîs 5 kes li gorî madeya 14 a rûbirûbûna madeyên hişber girtine û tevahiya wan kesan jî di roja 13/12/2018ê de hatine cezakirin.

 

Asayişa Silêmaniyê di derbarê cezayên wan kesan de jî daye xuyakirin: 3 kes ji wan ku yek jê jin e, bi 8 meh girtin û  450 hezar dînaran cezayê maddî û 2 kesên din jî bi salek girtinê û 450 hezar dînar cezayê maddî hatine sizadan.

 

Li gorî daxuyaniya Asayişa Silêmaniyê, di nava kesên ku hatine cezakirin de, yê herî bi temen 38 salî û yê herî biçûk jî 22 salî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst