Hingivê Kurdistanê di nav 24 welatan de bû yekem

16-12-2017
RÛDAW
Nîşan Hingiv Kurdistan Yekem Welatên Erebî Misir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 10emîn Kongreya Hingivanên Ereb û Welatên ser Deryaya Spî li Misirê bi beşdariya hingivanên Başûrê Kurdistanê birêve çû û hingivê Kurdistanê bû yekemîn.

 

Serokê Tora Hingivanên Herêma Kurdistanê Arif Şêrwanî ji Rûdawê re ragihand: “Di Kongreya Hingivanên Ereb û Welatên ser Deryaya Spî de, ku bi beşdariya 24 welatan birêve çû û Iraq û Herêma Kurdistanê jî beşdar bû, hingivê Herêma Kuristanê weke hingivê herî baş hate hilbijartin.”

 

 

 

 

Arif Şêrwanî herwiha diyar kir, ev ne yekem car e ku hingivê Herêma Kurdistanê weke hingivê herî baş tê hilbijartin, beriya niha jî di sala 2009an de li Fransayê weke hingivê herî baş hatibû hilbijartin û di sala 2015an de jî li Necefê, hingivê Herêma Kurdistanê li ser asta hemû welatên erebî, pileya yekem bi dest xistibû.

 

 

 

 

Şêrwanî weke din aşkere kir, ku biryar e di sala 2019an de Kongreya Hingivanên Ereb û Welatên ser Deryaya Spî li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê birêve biçe û got: “Em bawer in hingivê Kurdistanê dê her di pileya yekem de bimîne.”

 

 

Î.A

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst