Geştiyaran ji bo dîmenên ciwan berê xwe dan Gola Çildarê

16-12-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Piraniya rûyê Gola Çildairê y ku li Bakurê Kurdistanê piştî Gola Wanê gola herî mezin a duduyan e, qeşa girt û dîmenên xweşik derketin holê. Ev gol demsala zivistanê jî baka geştiyaran dikêşîne.

 

Gola Çildirê ya bajarê Erdêxanê li Bakurê Kurdistanê gola herî mezin a ava şirîn e û ji aliyê mezinahiya rûberê xwe ve jî piştî Gola Wanê di rêza duduyan de cî digire. Ji ber sermayê piraniya rûyê Gola Çildarê ya di navbera Erdexan û Qersê de cemidî.




Gola Çildarê hezar û 959 mêtreyî ji behrê bilindtir e, kûrahiya wê herî zêde 42 mêtre ye û rûberê wê jî 123 kilometre ducar e. Stûriya qeşaya li ser golê li hin cihan digihêje 3 santêman.


Rûyê golê bi tevahî dicemide, welatî li ser diçin û tên, zivistanê qeşayê qul dikin û masiyan digrin.


Geştiyaran eleqeyeke mezin nîşanî qeşaya rûyê golê dan.


Welatiyên ku çûne golê ku ji bo geşta herêmê girîng e, li ser qeşayê geriyan.




Qeşaya li ser rûyê golê tenik e û dibiriqe ji ber vê jî dîmenên xweşik derdikevin holê.


Welatiyê bi navê Rifat Vural got ku li ber Gola Çildarê şaş û metel ma û wiha axivî: "Îro dîmenên ji bo kartpostalan derketin holê. Ji bo dîmen û wêneyan rojeke xweş e."


(A.B)


Foto: DHA

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst