Li hinek taxên Qamişlo ava gemar tevlî ava paqij bûye

16-12-2017
RÛDAW
Welatî ji gemarbûna ava vexwarinê bi gilî û gazind in
Welatî ji gemarbûna ava vexwarinê bi gilî û gazind in
Nîşan Qamişlo Rojavayê Kurdistanê Av Gemar Tevlîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li hin taxên bajarê Qamişloyê ava gemar tevlî ava paqij bûye û welatî ji gemarbûna ava vexwarinê bi gilî û gazind in.

 

Taxa Qedûr Bek ji kevintirîn taxên Qamişlo ye. Ji nêzîkî mehekê ve pirsgirêka tevlihevbûna ava avrêjinê bi ava vexwarinê re rû daye û welatî gilî û gazinan ji gemarbûna ava vexwarinê dikin.

 

Pirsgirêka tevlîbûna ava avrêjinê bi ava vexwarinê re, ji heftiyekê ve, gihiştiye taxên Zeytûniyê û Ekrad jî. Welatî êdî ziyaneke tendirustiyê ji vê avê dibînin.

 

Rojane bi dehan Welatî berê xwe didine pizîşkan, bi sedema nexweşiyên zikêş û vereşînê, pizîşk diyar dikin, ku sedema van êş û nexweşiyan ved ava gemar e, ku li hinek deveran tevlî ava vexwarinê bûye.

 

Berpirsek ji Kompaniya Avê sedema gemara avê vedigerîne zingarbûna torên boriyên av û avrêjinê li van taxan. Herwiha dibêje ku pêwîst e ev pirsgirêka metirsîdar, di zûtirîn dem de were çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst