VÎDEO - Hêzên Îranê li ber çavên xelkê gulle li welatiyên Kurd reşandin

16-12-2016
RÛDAW
Polîsê Îranê teqe li otomobîla welatiyên kurd kirin
Polîsê Îranê teqe li otomobîla welatiyên kurd kirin
Nîşan Hêzên Îranê Teqe Kurd Seqiz Rojhilatê Kurdistanê Gulle
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li gorî dîmenên tomareke vîdyoyî, hêzên polîs ên Îranê li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, li ber çavên xelkê teqe li otomobîleke welatiyên sivîl ên Kurd dikin.


Vîdyoyek bi awayekê veşartî di nava torên civakî de hatiye belavkirin, hêzên polîsê îranê li ser rêya sereke ya bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide, ku li ber çavên xelkê, teqe li otombîlekê dikin.

 

Otomobîla ku hêzên îranê gulleyan lê direşînin, welatiyên sivîl ên Kurd tê de ne û bi gomana ku kelûpelên qaçax di otomobêlê de hene, ratsî teqekirina hêzên îranî tê.

 

Li gorî dîmenên wê tomara vîdyoyî, polîsên Îranê di nava otombîlê de diaxvin û bi gumanin ku kelupelên neyasayî û qaçax di wê otombila welatiyên Kurd de hene.

 

Serperiştê wan hêzên polîs fermana teqekirin dide polîsan û ji wan dixwaze ku gulleyan li otomobîlê bireşînin, ku di encamê de otombîl ji kar dikeve û her du welatî jî tên girtin.

 

Dema tomarkirna wê vîdyoyê nediyare, lê li ser torên civakî wiha hatiye belavkirin, ku bûyer di vê mehê de çêbûye.

 

Piştî teqekirinê û sekinandina otomobîlê, hêzên îranî ji welatiyên derdorê dixwazin, ku neskinin û belav bibin û ji wan re dibêjin, eger her kesek were pêş, ew dê teqeyê bikin.

 

Ji aliyekê din ve li ser torên civakî û ji aliyê çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye ragihandin, ku heta niha ti zanyarî li ser her du welatiyên Kurd ên di nava otomobîlê de nayê zanîn û çarenvîsa wan nediyare.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst