FLAŞ - Tîmên Kurdistanî xwe ji Lîqa Iraqê vekişandin

16-12-2016
RÛDAW
Nîşan Lîqa Iraqê Tîma Hewlêr Tîma Zaxo Tîma Necef Kurd Pêşmerge Bêrêzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Her du tîmên Hewlêr û Zaxo bi sedema ku li bajarê Necefê bêrêzî û sivikatî bi Kurd û Pêşmerge hatiye kirin, xwe ji Lîga Iraqê vekişandin.

 

Berpirsê Ragihandina Tîma Futbolê ya Hewlêrê Rêbîn Remzî di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re piştrst kir, ku tîma Hewlêrê xwe ji Lîga Iraqê vekişandiye.

 

Rêbîn Remzî ji Rûdawê re aşkere kir, bi sedema ku alîgirên ereb li bajarê Necefî yê Iraqê sivikatî û bêrêzî bi Kurd û Pêşmerge kirine, wan biryar daye ku ji Lîga Iraqê derkevin.

 

Remzî tekez kir, alîgirên ereb ên Tîma Necefê li dijî kurd û pêşmerge dirûşm digotin û kurd û pêşmerge weke DAIŞ bi nav dikirin.

 

Remzî got: “Yek ji dirûşmên alîgirên Tîma Necefê ev ku digotin; Kurd û Pêşmerge, DAIŞ in.”

 

Ji aliyekê din ve hat ragihandin, ku Tîma Futbolê ya Zaxoyê jî biryara derketina ji Lîga Iraqê daye.

 

Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand: “Îro înê 16ê Kanûna 2016ê, di lîstika navbera her du tîmên futbolê yên Hewlêr û Necefê de ku li yarîzgeha bajarê Necefê birêveçû, alîgirên ereb yên Tîma Necefê sivikatî bi gelê Kurd û Pêşmerge kirine.”

 

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re got, piştî bûyerên îro yên li nav yarîzgeha Necefê, her du tîmên Hewlêr û zaxoyê biryar dan ku xwe ji Super Lîga Futbolê ya Iraqê vekişînin.

 

Ji Herêma Kurdistanê, tenê her du tîmên Hewlêr û Zaxo di Super Lîga Iraqê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst