Domîz- DAIŞ bi otomobîlên bombekirî êrişî Pêşmerge kir

16-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Dihok (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê li nêzîkî Şingalê bi 2 otomobîlan êrişî çeperên Pêşmerge li nêzîkî Navenda Domîz a Leşkerî kirin, lê Pêşmerge êrişa wan têk birin.

Fermandarê Hêza Taybet a 2 ya Hêzên Pêşmerge Lîwa Hekar Muhsîn ji Rûdawê re ragihand: “Îro piştî nîvro, çekdarên DAIŞê bi 2 otomobîlên bombekirî êrişî çeperên Pêşmerge li Navenda Domîz a Leşkerî kirin.”

Lîwa Hekar Muhsîn wiha got: “Otomobîlek ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bi çeka Mîlan hat teqandin. Herwiha Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî piştî 24 deqeyan ji destpêkirina êrişê, hat teqandin.”

Derbarê ziyanên Pêşmerge, Lîwa Hekar Muhsîn ragihand: “Hemû Pêşmerge selamet in. Tevî ku ligel wan otomobîlan çend çekdaran jî êriş kirin, lê Pêşmerge di bersiva wan de bi ser ket.”

Her derbarê wê êrişa DAIŞê de, Cîgirê Fermandarê Betalyona Taybet a Fermandeha Dihokê Xalid Hemze ji Rûdawê re ragihand: “Saet 14:40, çekdarên DAIŞê bi wan otomobîlan xwestin xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge li nêzîkî Domîz bikin û bi Pêşmerge de biteqînin.”

Xalid Hemze wiha got: “Beriya ku xwe bigihînin çeperên Pêşmerge herdu otomobîl hatin teqandin û êrişa wan hat têkbirin.”

Hemze wiha domand: “Hêzên Pêşmerge bi hûrî çavdêriya DAIŞê dike û niha wê rêxistinê stratîjiya xwe bi neçarî guhertiye bo êrişên xwekujî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst